BI DÎMEN

Li Brukselê çalakiya ji bo azadiya Ocalan

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li paytexta Belçîka Brukselê çalakiyek hat lidarxistin.

Kampanya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarên Ewropayê bênavber dewam dike.

Kurdistanî her roj li dehan bajaran dadikevin kolanan û daxwaza ji bo azadiya Ocalan bilêv dikin.

Duh jî li meydana Roûppe ya li Brukselê xwepêşandanek hat lidarxistin.

Di çalakiyê de hunermendên herêmî jî derketin ser dikê û dirûşmên "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Brukselê Arîfe Soysuren li vir axivî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Soysuren desteka dewletên Ewropayê ya ji bo AKP'ê rexne kir û diyar kir, ew ê çalakiyên xwe yên li Brukselê bidomînin.

...