Gel nerazîbûn nîşanî erkdarkirina Ebû Şeqra da

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel nerazîbûn nîşanî biryara desthilata Şamê da ku di biryarê de çeteyê bi navê Hatim Ebû Şeqra wek fermandarê Firqeya 68’an hate erkdarkirin.

Bertekên gel, bi taybetî yên jinan, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember biryara desthilata Şamê ya erkdarkirina çeteyê bi navê Hatim Ebû Şeqra wek fermandarê Firqeya 68’an dewam dikin.

Çeteyê bi navê Ebû Şeqra wek serokê çeteyên Ehrar El Şerqiye tê naskirin. Ew bi tawanên giran tê tawanbarkirin, bi taybet kuştina sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef û ajokarê wê Ferhad Remezan, ji bilî tawanên li dijî jin û zarokan, bi taybetî jinên Êzidî.

Kongra Star ev biryar bi tundî şermezar kir û wek “gaveke dijminane” ku pêkhateyên herêmê û îradeya azad û mafên jinên Sûriyeyê dike armanc, bi nav kir. 

Kongra Star derbarê mijarê de li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê bi amadebûna jinên çalakvan û kesayetên siyasî û civakî daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama Kongra Star Gulistan Gulo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku erkdarkirina çeteyên ku tawanên şer û binpêkirinên mafên mirovan kirine bo karekî fermî, binpêkirineke eşkere ya pirensîpên dadweriya veguhêz û pêvajoya avakirina Sûriyeyeke nû li ser bingeha dadmendî û mafên mirovan, têk dibe.

Bi dehan çalakvan û endamên rêxistinên jinan bi serpereştiya Sûad Mistefa dayika şehîd Hevrîn Xelef, beşdarî çalakiya li dijî biryara desthilata Şamê bûn. Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ve li ber navenda partiyê li bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Di çalakiyê de Berdevka Meclîsa Jinan a Qamişlo Welîda Hesen daxuyanî xwend û ev biryar şermezar kir û ev biryar weke "gaveke provokatîf û bi temamî nayê qebûlkirin" bi nav kir. Hesen tekez kir ku erkdarkirina kesayetiyek ku di asta navdewletî de hatiye tewanbarkirin, dijminatiya piransîpên dadperwerî û rûmeta mirovî ye, û êrişek e li ser daxwazên gelê Sûriyeyê û jinên azad e.

Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ser têkoşîna edalet, azadî û wekheviyê û hate gotin “Bibîranîna şehîdan ti carî nayê ji bîrkirin, kujer wê nebin xwediyên biryarê.”

Li Eyn Îsayê jî daxuyaniyek ji aliyê rêvebera Kongra Star Ruqeya Mihemed ve hate dayîn. Di daxuyaniyê de çeteyên ku di nava desthilata leşkerî ya Şamê de cih girtine, weke çeteyên bi navê "Mihemed El Casim Ebû Emşa û Seyf Buladh Ebûbekir" û yên din ku destê wan di xwîna sûriyeyiyan de heye, şermezar kir.

ROLA DEWLETA TIRK

Yekitiya Hiqûqnasan a Kantona Cizîrê daxuyaniyek da û biryara desthilata Şamê ya ji bo erkdarkirina çeteyê bi navê Hatim Ebû Şeqra ji bo serkirdetiya hêzên leşkerî şermezar kir. 

Daxuyanî li ber avahiya yekitiyê ya li Qamişloyê bi amadebûna hejmareke çalakvanan hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku destê çete Ebû Şeqra di tewanên kuştin, revandin, êşkencekirin, desteserkirina mal û milkan û piştgiriya DAIŞ'ê de heye. Mafnasan ev kiryar wek "binpêkirinên cidî yên yasayên navneteweyî û tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê" bi nav kir.

Kombûna Jinan a Zenûbiya jî bi daxuyaniyeke nivîskî ev biryar şermezar kir û diyar kir: "Ev erkdarkirin, bêrêziyeke aşkera ya li hemberî xwîna şehîdan e, binpêkirina rûmeta jinên Sûriyeyê ye û bi binpêkirina nirxên edalet û aştiyê ye."

Kombûna Jinan a Zenûbiya daxwaz kir ku Ehmed El Heyis ji ber tawanên xwe were girtin û radestî dadweriyê bê kirin da ku cezayê xwe wergire.