Bahoz Erdal: Ez li ser karê xwe me

Ji Fermandarên HPG'ê Dr. Bahoz Erdal, ku medya Tirk der heqê wî de nûçeya 'hatiye kuştin' weşand, diyar kir ku nûçeyên têkildarî wî hatine weşandin derew in û ew li ser karê xwe ye.

Ji Fermandarên HPG'ê Dr. Bahoz Erdal bi rêya telefonê ji nûçegihanê Başûrê Kurdistanê yê televîzyona El Cezîre Ahmet Zawîtî re axivî û da xuyakirin, ku nûçeyên têkildarî wî di medya şerê taybet a Tirk de hatine weşandin, derew in.

Bahoz Erdal bibîr xist, ku nûçeyên bi vî rengî yên li hemberî wî timî tên weşandin û anî ziman, îdîayên dawî jî derew in. Dr. Erdal got, ez li ser karê xwe me.

Di nûçeya nûçegihanê El Cezîre Ahmet Zawîtî de nehat gotin, axaftina bi telefonê li ku hatiye kirin û Bahoz Erdal li ku ye.

ÇI QEWIMÎ BÛ?

Ajansa fermî ya dewleta Tirk AA, hefteya derbasbûyî ragihandibû ku Dr. Bahoz Erdal li Rojava jiyana xwe ji dest daye. HPG'ê di cih de ragihand, ku ev nûçe ne rast e û diyar kiribû, Bahoz Erdal li Kurdistanê li ser karê xwe ye.