BI DÎMEN

Koçberên Elewî: Divê QSD Sûriyeyê bi rê ve bibe

Koçberên Elewî yên ku berê xwe dane qadên Rêveberiya Xweser xwestin, berpirsyarên komkujiyên li dijî gelan bêne darizandin û gotin, "Yên ku êdî bikaribe Sûriyeyê birêve bibe, tenê QSD e. Weke tevahî Sûrî em dixwazin ku QSD me bi rêve bibe."

CÛDÎ ÎBRAHÎM

Koçberên Elewî yên ku berê xwe dane qadên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF’ê re axivîn.

Y.R. ku ji ber metirsiya li ser xizmên xwe nexwest navê xwe eşkere bike, ji herêmên peravî yên Sûriyeyê ye û bi hevjîn û zarokên xwe koçber bûye, li qadên Rêveberiya Xweser bi cih bûye. Y.R. got, "Piştî hilweşandina rejîma Sûriyeyê, li vir HTŞ bû hikumeteke veguhêr a Sûriyeyê. Lê em di nava malên xwe de bûn, tiştê me li dora xwe dîtin dizî, kuştin û revandin bû, li ser me qirkirin pêk dianîn. Wan heta bi jin û zarokan jî direvandin. Dûre jî ji bajarê Humis me berê xwe da qadên Rêveberiya Xweser û cihê herî bi ewle ku hemû gel bi ruhê xwişk-biratiyê em pêşwazî kirin."

Y. R. anî ziman ku dema ku çekdarên HTŞ'ê her der xistin bin kontrola xwe, rewş hîn xirabtir bû û wiha bilêv kir: "Wezaret, cihê dadê û hemû saziyên di xizmetê civakê de qaşo hatin vekirin, lê piştre jî dizî, komkujî û revandinê destpê kirin. Dikevin hundirê malan, malan ji binî ve xera dikin, hemû kel û pelên malê dişkînin û diziyê dikin. Ciwanan digrin û li nava kolanê ji wan re dibêjin wekî lawiran bizûrin ger ku nezûrin jî wê bên kuştin. Gundên Elewiyan ji kokê ve tune dikirin. Bi qasî 10-15 hezar kes hatin revandin, ji bilî wê qirkirin pêk hat, jin dihatin revandin, zarok hatin qetilkirin."

‘DIVÊ EV ÇETE BÊN DARIZANDIN’

Y. R axaftina xwe wiha domand: “Divê êdî li hemberî van, helwestên tund bên raberkirin. Dibe ku di bin navê Wezareta Hundirîn û Parastinê de bin, lê ew bi xwe DAÎŞ’î ne, divê ev çete bên darizandin."

‘EM DIXWAZIN QSD ME BI RÊVE BIBE’

Y. R diyar kir ku hemû gelên Sûriyeyê êdî dixwazin QSD wan bi rêve bibe û sîstema Rêveberiya Xweser li tevahî Sûriyeyê belav bibe û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em dixwazin ku êdî ji vê hovîtiyê xilas bibin, ji ber ku ji bilî kuştin û lêdanê me tiştek ji desthilata nû ya Sûriyeyê nedît. Dema ez dihadim qadên Rêveberiya Xweser, wan ez li ser rê ez girtim, wan dizanî ku ez Elewî me. Gotin, wî bibin û serê wî jêbikin, piştre ji bo ku ez zarokên xwe rizgar bikim, min got ez ê herim nexweşxaneyê, divê keça min were emeliyatkirin. Dema em sibehê ji xew şiyar bûn, di nava kolana ku em lê diman de, sê çar kes li erdê ne û serê wan jêkirine. Ger tu Dûrzî, Şîî yan jî Elewî bû, tu bêmafî. Yê ku êdî bikaribe Sûriyê birêve bibe, tenê QSD e, weke tevahî Sûrî em dixwazin ku QSD me bi rêve bibe."

N. E ku ew jî koçberek ji Perava Sûriyeyê ye, çîroka xwe wiha dibêje: "Dema em hatin qadên Rêveberiya Xweser, tişta herî girîng ew bû ku em ji DAÎŞ’ê rizgar bûn. Dema sibehê em di xewê de bûn, deriyê me dişkandin û diketin hundir. Rojekê hevjînê min ne li malê bû, ez û herdû keçên xwe bûn, wan bi rengekî hov êrîşî me kirin."