Li Kanada û Elmanyayê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan
Çalakiyên konên agahdarkirinê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, li bajarê Toronto yê Kanadayê û li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê dewam kirin.
Çalakiyên konên agahdarkirinê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, li bajarê Toronto yê Kanadayê û li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê dewam kirin.
Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê, ji bo balê bikişînin ser tecrîda şidandî Kurdistaniyan kon vedan. Li binê vî konî wê her roja saet di navbera 12:00-19:00 de agahî li ser mijarê ji raya giştî re bê dayîn. Di roja destpêkê ya çalakiyê de eleqeyeke mezin hebû.
Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Freîbûrgê, Meclîsa Jinê ya Nûda û Jinên Ciwan ên Azad pêk tê. Di roja destpêkê de Hevseroka NAV-DEM'ê Fatoş Goksûngûr jî amade bû. Goksûngûr li vir axivî û diyar kir, li gelemperiya Ewropayê desteka ji bo kampanya îmzeyan a 'Nebe hevparê vî sûcî' zêde bûye. Goksûngûr da xuyakirin, ku ew li bendê ne her kesên li dijî zilmê derdikevin, destekê bidin kampanyayê.
Konê li Kaîser Joseph Str. hatiye vedan wê heta roja Şemiyê saet 19:00 vekirî be.
TORONTO
Konê li bajarê Toronto yê Kanadayê ji bo azadiya Ocalan hatiye vedan, di roja 8. de ye. Kon li pêşiya Parlamenta Ontarîo hat vedan û li ser mijarê raya giştî tê agahdarkirin. Her wiha belavokên li ser jiyana Ocalan tên belavkirin û îmze tên berhevkirin. Çalakî wê di 14'ê Tîrmehê de biqede.