Di Sendîkaya Ûnîte de civîna bi mijara Kurd

Di çarçoveya konferansa asayî ya salane ya yek ji Sendîkayên herî mezin ên Brîtanyayê Sendîkeya Ûnîte, civînekî taybet ku bi mijara Kurd hate lidarxistin. Di civînê de banga bilindkirina piştgiriya bi gelê Kurd re hate kirin.

Civîna ku bi şîara “Ji bo demokrasî, azadî û wekheviyê piştgiriyê bi têkoşîna gelê Kurd re ava bikin” hate lidarxistin bi moderatoriya delegeya sendîkaya Ûnîte û aktivîsta Kurd Roza Salih pêk hat. Asîstana Seroka Sendîkaya Ûnîte ya Giştî Steve Tûrner, Sekrekterê Giştî yê Navneteweyî ya Sendîkaya BMB’ê Bert Schoewenberg, Parlamenterê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu, parêzer û parêzvanê mafê mirovan Mûharrem Erbey û akademîsyen Dilar Dirik axaftin kirin.

Di civînê de di serî de Roza Salih axivî û têkildarî bûyerên siyasî yên ku li Kurdistanê pêk tên agahî da.

Salih anî ziman ku her roj ji ber nasname, fikir li Kurdistanê gelek kes tên kuştin û tên girtin. Salih wiha got: “Emperyalîzma Fransa û Brîtanya di parçekirina Kurdistanê de roleke mezin lîstiye.”

Asîstana Seroka Giştî ya Sendîkaya Ûnîte Steve Tûrner jî bê çima Sendîkeya Ûnîte dest bi kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ kirine, nirxand.

Tûner bal kişand ser piştgirîkirina gelê Kurd û wiha axivî: “Bi peymana Sykes-Pîcot Kurdistan bû parçe. Kurd ên ku mifteya aştiyê ya li herêmê ne, di heman demê de jî di warê demokrasiyê de jî pêşengtiyê dikin, civakeke wekhev in.”

Tûner destnîşan kir ku tenê rêyek a çareserkirina pirsgirêka Kurd heye, “Ew jî çareseriya siyasî ye.”

Yek ji qisekerên civînê Sekrektera Giştî a Navneteweyî ya Sendîkeya GMB Bert Schoewenberg e, Schoewenberg wiha axivî: “Her çendî bi sendîkeya Ûnîte re di mijarên cuda de ji hev cêwaz jî bin, lê di 2 mijaran de ji sedî sed hemfikir in. Ew jî azadiya hevrê Ocalan e.

Di meha Sibatê de bi heyetekî ku rayedarê sendîkeya Ûnîte jî di nav de em çûn Tirkiye paytexta Kurdistan Amedê. Em bûn şahidê ku leşkerên Tirk çawa êrîşî gelê Kurd dikin. Wekî salên 1990’î êrîşên xwe zêde û dewam dikirin.”

Schoewenberg, piştî ku çavdêriyên xwe parve kir û şûn de wiha got: “Çareserî ne bi rêyên leşkerî, bi rêyên diyalogê çareser dibin. Weke ku li Kolombiya û Efrîqa. Bi şêweyê Erdogan, PKK ne rêxistineke ku biqede . Li pişt wê gel heye.”

Parlamenterê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu jî axivî û destnîşan kir ku piştî bûyerên li Tirkiyeyê, pêşiya siyasetê hate girtin û şûn de behsa girîngiya hatina gel heva a refên kedkar ên cîhanê kir.

Akademîsyen Dilar Dirîk jî têkildarî têkoşîna gelê Kurd a ku ji bo azadiya Rojava dayî agahî da, ragihand ku Kurdan li Sûriyeyê li gel 2 hêzên faşîst cih negirtin û wek aliyê sêyem, modela xwe afirand. Dirik piştre jî girîngiya ku ev model çima ewqas ji bo Sûriyeyê girîng e bi hemû detayan ve nirxand.

 

...