JINNEWS: Di meha Nîsanê de herî kêm 34 jin hatine qetilkirin

JINNEWS’ê ragihand ku di meha Nîsanê de herî kêm 34 jin hatine qetilkirin û 14 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

JINNEWS’ê çeteleya tundiya li ser jinan a meha Nîsanê eşkere kir. Li gorî vê di meha Nîsanê de herî kêm 34 jin hatine qetilkirin û 14 jin û 2 zarok jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî detayên çeteleyê 12 jin ji aliyê hevjînên xwe ve, 2 jin ji aliyê hevjînên xwe yên berê ve, 4 jin ji aliyê xizmên xwe ve, 6 jin di pêvajoya jihevveqetînê de, jinek ji aliyê zarokê xwe ve, jinek ji aliyê bavê xwe ve û jinek jî ji aliyê nasên xwe ve hatine qetilkirin.

Herî zêde li bajarê Stenbolê ku 12 jin hatine qetilkirin. Li Denîzliyê 3, li Îzmîrê 2, li Tekîrdagê 2, li Samsûnê 2, li Qersê 2 û li her bajarên Riha, Aksaray, Kastamonu, Hatay, Manîsa, Erzirom, Konya, Eskîşehîr û Edeneyê jî jinek hatiye qetilkirin.