ROJANE
Hemû Nûçe
-
CDK-F'ê ji bo çalakiya vê hefteyê ya edaletê banga tevlîbûnê kir
CDK-F'ê, ji bo çalakiya vê hefteyê ya edaletê ya li Parîsê, banga tevlîbûneke girseyî kir. -
Aldihi: Hikûmeta AKP'ê alîgirê terora li herêmê ye
Lêkolîner-Nivîskar ê Misirî Neşet Aldihi, li ser têkiliyên hikûmeta Tirk ên bi Misirê re, bersiv da pirsên ANF'ê. -
Li Bexdayê teqîn: 11 mirî, 32 birîndar
Li navçeya Reşîdiye ya li bakurê Bexdayê, di encama teqîna wesayîteke bombebarkirî de 11 kes mirin, 32 kes jî birîndar bûn. -
Li ser komkujiya Pirsûsê bi tenê dozek hatiye vekirin, lê ew jî veşartî tê meşandin
Der barê êrîşa li Pirsûsê de bi tenê dozek hatiye vekirin. Ev doza li hemberî Midûrê Emniyetê yê Navçeyê, ji raya giştî tê veşartin. Parêzerên mexdûran bi tesadûfî bi dema rûniştina dozê hesiyan. -
Kalkan: Divê ciwan ref bi ref biherikin nava gerîla
"Bila ti kes ji derewên wan bawer nekin. Hikûmeta AKP'ê di dema herî qels de ye. Dewleta TC di dema herî qels a şerê li dijî Kurdan de ye. Lê gerîla performansa herî bilind nîşan dide." -
KCDK-E ji bo kampanya xwedîderketina malbatan a li hev bang kir
KCDK-E, ji bo kampanya xwedîderketina malbatan a li malbatên malên wan ji aliyê dewleta Tirk ve hatine xerakirin, banga tevlîbûnê li her kesî kir. -
Şehîdên Şirnexê li Zaandamê hatin bîranîn
Di şexsê Şehrîban Altinişik da, hemû şehîdên Şirnexê li bajarê Zaandam ê Hollandayê hatin bîranîn. -
Zeynep Akgul li Goteborgê hat bîranîn
Zeynep Akgul (Ronahî Mardîn) a li Qendîlê di Hezîrana 2004'an de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Goteborg ê Swêdê hat bîranîn. -
Çalakiyên ji bo azadiya Ocalan dewam dikin
Li bajarê Leverkûsen ê Elmanyayê û li Den Haag a Hollandayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon hatin vedan. -
Di çalakiyek li Gîresûnê de herî kêm 3 polîs birîndar bûn
Li Gîrseûnê, duh bi şev li hemberî wesayîteke polîsan çalakiyek pêk hat. Di encama vê çalakiya çekdarî de herî kêm 3 polîs birîndar bûn. -
Li Cizîrê kesek hate binçavkirin
Li Cizîrê welatiyê bi navê Mehmet Akdogan di nuqteya kontrolkirina nasnameyan a ketina bajêr de hate binçavkirin. -
Hêzên dewletê dixwazin hunermend Kemal Amed bi zorê binçav bikin
Li Mereşê, leşkerên Tirk hewl didin bi zorê hunermend Kemal Amed ê piştgiriyê dide berxwedana Teroyan binçav bikin. Çalakger li dijî vê hewldanê derdikevin. -
Avci yê nexweşê penceşêrê yê girtî hate berdan
Kemal Avci yê nexweşê pençeşêrê yê girtî hate berdan. -
Ji bo Çakmak li Viyanayê taziye hate danîn
Ji bo Zamanî Çakmak ku di berxwedana xwerêveberiyê ya Nisêbînê de şehîd ketî, li paytexta Avûstûrya Viyanayê taziye hate danîn. -
CSU: Peyman betal bibin ziyana mezin wê bigihe Tirkiyê
‘’Krîze Încîrlikê’’ ya di navbera hikûmeta Alman û Tirkiyê de berdewam dike û hevkarê koalîsyonê CSU’yê banga xwe dubare kir û got: ‘’Alternatîfî Tikiyê bila li Ordinê baregeh were danîn’’ -
Şandeya Şengalê bi Tevgera Êzdiyên Saratov re rûnişt
Şandeya Şengalê ya hat Rûsyayê, bi Êzdiyên Rtîşevo re danûstadin kirin. -
Dozgeriya Tirk ji bo îfadeyê bang li Bûldan kir
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, ji ber gotina "Deng bidin aştiyê" bang li Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê kir, ku îfadeyê bide. -
Xeta 14'ê Tîrmehê misogeriya serketinê ye -Selahadîn Erdem
Di dîrokê de biryarên wisa hene ku her tişt li ser wan tên avakirin, lê kêmaniyeke herî biçûk jî tê de nayê dîtin. Biryara Berxwedana 14 ê Tîrmehê îfadeya biryareke wisa ye ku naheje û naşike. -
Li Parîsê ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan meş û mîtîng
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina komkujiyên dewleta AKP’ê ku li Kurdistanê pêk tîne, li paxteta Fransa Parîsê li banliyoya Le Bel Vîllîersê meş û mîtîngek hate lidarxistin. -
Şehîdên 14'ê Tîrmehê li Bîelefeldê hatin bîranîn
Şehîdên berxwedana mezin a 14'ê Tîrmehê li bajarê Bîelefeldê bi civînekê hatin bîranîn. -
HRW: Tirkiyeyê Kurdên sivîl qetil kir; nahêlin em lêkolînê bikin
HRW'ê diyar kir, di êrîşên AKP/Qesrê de sivîl hatine qetilkirin û da zanîn, hikûmeta AKP'ê nahêle ew lêkolînan li ser mijarê bikin. -
Çeteyê DAIŞ'ê yê li xwe mikur hat:Ez bi MÎT'ê re xebitîm
Çeteyê DAIŞ'ê yê bi navê Ersen Çelîk ku li Dîlokê hat girtin, li xwe mikur hat ku ew bi MÎT'ê dixebite. -
Gelo yên hewl dan 34 gundiyan bişewitînin tîmên Sadat in?
Tê gotin, pêkane tîmên taybet ên li Licê hewl dan 34 gundiyan bişewitînin endamên şîrketa bi navê Sadat in. Ev şîrket ji aliyê tûggeralê şerê taybet ê teqawîtbûyî Adnan Tanriverdî ve hatiye avakirin. -
Partiya Komunîst a Lubnanê ji bo Ocalan bang kir
Partiya Komunîst a Lubnanê, destek da kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. -
Îtirafkarê DAIŞ'ê: Erdogan ji ber ku li dijî Kurdan e, destekê dide me
Çeteyê DAIŞ'ê Savaş Yildiz ê li Edene û Mersînê bombe avêt avahiyên HDP'ê û niha di destê YPG'ê de girtî ye, li ser têkiliyên DAIŞ-AKP'ê, tora têkiliyan a li Dîlok, Hatay û Anatoliya Navîn agahiyên nû da.