BI DÎMEN

Li asîmanê Hollanda çalakiya ‘Ji Ocalan re azadî’

Li bajarê Rotterdam ê Hollanda û bajarê Basel ê Swîsreyê, bi daxwaza Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarê Rotterdam ê Hollanda û bajarê Basel ê Swîsreyê, bi daxwaza Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

ROTTERDAM

Li bajarê Rotterdam ê Hollandayê, Navenda Civaka Kurd bi balafirê ku pankarta ‘Ji Ocalan re azadî’ li gel bû, çalakîyek li dar xistin.

Çalakiya balafirê ya ku aliyê gelek kesan ve hate temaşekirin, eleqeyek mezin dît, ji aliyê girseyê ve bi çepik û tilîliyan û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hate pêşwazîkirin.

Hevseroka Meclîsa Civaka Demokratîk daxuyaniyek da, ragihand ku wê çalakiyên wan bidomin û heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe wê dewam bikin.

BASEL

Li bajarê Basel ê Swîsreyê bi şîara “Em azadiya Ocalan dixwazin” çalakiya kon a 3 rojan hate destpêkirin.

 

...