Serokê Elmayayê yê nû seredana xwe ya ewil ji bo Parîsê kir
Serokê hikûmeta Elmanyayê yê nû Friedrich Merz yekem seredana xwe ya ji bo derveyî welat bi çûna Fransayê pêk anî.
Serokê hikûmeta Elmanyayê yê nû Friedrich Merz yekem seredana xwe ya ji bo derveyî welat bi çûna Fransayê pêk anî.
Merz roja Çarşemê li Parîsê ji aliyê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ve bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin.
Her du serokan bi armanca çareserkirina krîzên Ewropayê peyama jinûvexurtkirina ‘’têkiliyên Elmanya û Fransayê’’ da.
Macron di daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar de diyar kir ku wê parastin û ewlehiya di navbera her du her du welatan de xurttir bibin û bi hev re pirsgirêkên Ewropayê çareser bikin. Her wiha Macron da zanîn ku weke pêngaveke şênber wê Konseya Parastin û Ewlekariyê ya Fransa-Elmanyayê jî were avakirin.
BENDEWARIYÊN MEZIN
Friedrich Merz, weke serokê Partiya Demokrat di dengdana Meclîsa Federal de di tûra duyem de hate hilbijartin. Ev destpêka dijwar hesasbûn û bêîstîkrariya siyaseta Elmanyayê ya nîşan didin.
Lê belê tevî van yekan jî bendewariyên rêveberiya Parîsên yên têkildarî Merz mezin in. Derdora Macron vê guherînê weke derfeta serdemeke nû ya hevkariyê pênase dike.
Helwesta Serokê DYE’yê Donald Trump a li hemberî Ewropayê ya dijminane û nediyariya piştevaniya DYE’yê ya ji bo Ûkraynayê rê li ber guhertina nêrîna ewlehiyê ya Elmanyayê vekir.
Merz di wê baweriyê de ye divê Elmanya bes ne aboriya Ewropayê di heman demê de serweriya wê ya leşkerî jî biparêze. Di vê çarçoveyê de anî ziman ku ew bi awayekî erênî li fikra jinûnûve avakirina ewlehiya Elmanyayê ya di bin siya nukleerî ya Brîtanya û Fransayê de dinêre.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Merz wê di rojên pêş de ji bo Varşova û Brukselê jî seredanan pêk bîne. Ev yek weke hewla xurtkirin û sererastkirina têkiliyan tê dîtin.