Gerîlayê HPG'ê Abdîl hate definkirin

Gerîlayê HPG'ê Resûl Abdîl ê ku li Dersîmê jiyana xwe ji dest dabû, li Wanê hat definkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Resûl Abdîl (Firat Ûrmiye) ê ku di 22'yê Cotmehê de li Dersîmê jiyana xwe ji dest dabû, li Taxa Suphanê ya Wanê hate definkirin. Cenazeyê Abdîl ji Morga Akkopruyê hate wergirtin û ji vir bi konvoyekê anîn goristana Taxa Suphanê. Cenazeyê Abdîl di ketina taxê de, rêveberên DBP û HDP'a bajêr û navçeyan jî di nav de ji aliyê bi sedan kesî ve hate pêşwazîkirin.  

Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Abdîl hate definkirin. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan, Hevserokê Şaxa MEYA-DER'ê ya Wanê Salîh Kaplan axivî û li dijî zilmê banga hestiyariyê li gelê Kurd kir.