Ji HDP'ê daxuyaniya der barê 'dorpêçê' de: Vaye em li vir in!
HDP li dijî dorpêçkirina navenda wan a giştî bertek nîşanda û diyar kir ku Walîtiya Enqereyê sûcdariyê dike.
HDP li dijî dorpêçkirina navenda wan a giştî bertek nîşanda û diyar kir ku Walîtiya Enqereyê sûcdariyê dike.
Alîgirê Hevserokatiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç, der barê dorpêçkirina navenda wan a giştî de daxuyaniyeke nivîskî da.
Olûç ê ku got: "Ji nîvê şeva 4'ê mijdarê bi operasyona li dijî hevserok û parlementerên me bir ve navenda me yî giştî di bin dorpêçê de ye" ev tişt destnîşan kirin:
"Ji wê rojê ve heta niha nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û yên biyanî ku ji bo piştevaniyê dixwazin werin navenda me yî giştî, tên astengkirin. Her wiha endamên me yê Lijneya Rêveberiya Navendî, parlementerên me û xebatkarên me bi awayekî kêfî tên astengkirin.
Li gel vê hatina kedkarên çapemeniyê ya ji bo navenda me ya giştî û her wiha hatina wan a kuçeya ku navenda me lê ye jî bi awayekî derqanûnî tê astengkirin. Li gel van hemû rastiyan jî, nûnerên hikûmetê diyar dikin ku li dijî duzeya partiya me ti tişt tune ye. Ev dereweke eşkere ye. Rastî ji raya giştî tên veşartin. Di dema dayîna vê daxuyanî de jî navenda me yî giştî bi awayekî derqanûnî û kêfî ji aliyê polîsan ve di bin dorpêçê de ye."
'EM Ê QEBÛL NEKIN'
Olûç destnîşan kir ku ev dorpêçkirin sûc e û wiha domand: "Bi awayekî eşkere astengkirina faaliyetên partiyeke siyasî sûc e. Di destê me de ne bi nivîskî û ne jî wekî din ti hincet û tişt nehatiye teblîxkirin. Walîtiya Enqereyê dorpêçkirineke derhuqûqî disepîne. Yên xwe dispêrin Rewşa Awarte û vî sûcî dikin, bila baş bizanibin ku wê roj were û li ber huqûqê hesab bidin, xelasî tune ye."
Sarûhan Olûçê HDP'yî di dawiya daxuyaniya xwe de jî peyama ew ê vê sekna li dijî wan qebûl nekin da û wiha got: "Va ye em li vir in."