Polîs malbatên mexdûr bi kêfî asteng dike
Yekemîn rûniştina doza komkujiya Enqereyê di roja 3. de berdewam dike. Polîs malbatên xizmên kuştiyan ên dixwazin tevlî rûniştina dozê bibin bi awayekî kêfî asteng dikin.
Yekemîn rûniştina doza komkujiya Enqereyê di roja 3. de berdewam dike. Polîs malbatên xizmên kuştiyan ên dixwazin tevlî rûniştina dozê bibin bi awayekî kêfî asteng dikin.
1. rûniştina doza 10'ê Cotmehê ya komkuja ku DAIŞ û Dewleta Tirk bi hev re pêk anî û 101 kesan jiyana xwe ji dest da, li 4. Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê di roja 3. de berdewam dike. Ji ber ku li salonê cih tine bû, rûniştin li salonên 10 û 11. ên Dadgehên Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Malbatên kuştiyan ên hatin salona dadgehê rastî astengiyên polîsan ên keyfî hatin. Polîsan xwestin malbatên xizmên kuştiyan astang bikin. Malbatên rastî astengiya polîsan hatin siloganên “Hûn kujer in" berz kirin. Piştî malbat ketin salonê serokê heyeta dadgehê daxuyanî da û got: “Daxwazek min ya wisa çênebû."
Parêzerên kuştiyan helwesta polîsan rexne kir û got: "Ev helwest li dijî rêgeza zelaliyê ye" û “Ev heyeta dadgehê tune dihesibîne" û giliyê polîsan kir. Axaftina parêzeran hat qeydkirin. Di 3. rûniştina dozê de îfadeya bersûcên ku bi bersûc Yakup Şahîn re ketine têkiliyê hat girtin. Xizmê Yakup Şahîn Hakan Şahîn ku 2 sal berê hatibû Enqereyê îfade da. Hakan Şahîn jî weki Yakup Şahîn îfadeya nivîskî xwend. Şahîn, navê kod ê ji bilgisayara Yunus Durmaz derketibû red kir û diyar kir ku ew nav ne aydî wî ye. Şahîn parastin kir û diyar kir ku maşîna marka wê Citroen a plakeya wê 27 AVH 70 ku aydî endamê DAIŞ'ê Halil Îbrahim Durgun ku bombekarê zindî gerandiye li ser wî nehatiye qeydkirin. Şahîn, got “Mamê min Yakup Şahîn 2-3 meh berê got ‘Ji ber qarta min a kesk heye nikarim maşinê li ser xwe qeyd bikim' Min jî got xerabî jê nayê maşîne li ser navê xwe qeyd kir.
MALBATAN NERAZÎBÛN NÎŞANÎ BERSÛCAN DAN
Şahîn, îdîa kir ku 2 roj beriya komkujiya Enqereyê ji bo pirsgirêkên tenduristiyê hatibû Enqereyê. Dema bersûc Hakan Şahîn parastin kir û got “Ez wekî kesekî misliman" malbatan nerazîbûn nîşanî bersûc da. Parêzerê bersûc Orhan Şahîn, bi ser malbatan meşiya û malbat tahrîk kirin. Di navbera malbatan û parêzerên bersûc de rageşi derket. Malbatên kuştiyan nerazîbûn nîşanî bersûcan dan û diyar kirin ku parastina nivîskî ne aydî wan e û ji wan re hatiye nivisandin. Bersûc Şahîn piştî parastinê tahliyeya xwe xwest.
Rûniştina dozê bi lêpirsîna Hakan Şahîn didome.