Vîna gel li pişt caxên hesinî ye
Vîna gel a a ku bi hevserok Demîrtaş û Yuksekdag û 10 wekîlan û Hevseroka DBP’ê Tuncel, berdevka KJA’yê temsîla xwe dibîne, bi fermana desthilatdariya siyasî li pişt caxên hesinî ye.
Vîna gel a a ku bi hevserok Demîrtaş û Yuksekdag û 10 wekîlan û Hevseroka DBP’ê Tuncel, berdevka KJA’yê temsîla xwe dibîne, bi fermana desthilatdariya siyasî li pişt caxên hesinî ye.
Vîna gel a a ku bi hevserok Demîrtaş û Yuksekdag û 10 wekîlan û Hevseroka DBP’ê Tuncel, berdevka KJA’yê temsîla xwe dibîne, bi fermana desthilatdariya siyasî li pişt caxên hesinî ye. Desthilatdariya siyasî ku ji ber sedema bertekên hundir û derve, hewl dide ku darbeya siyasî rewa bide nîşandan.
Piştî ku desthilatdariya AKP/Qesrê ku li dijî gelê Kurd şer ragihandî, bajar kavil kirin û li kuçe û kolanan kuştin kirin û dezgehên êşkenceyê danî, niha jî vînga gel ji xwe re kiriye hedef. Weke gaveke ji Plana Çokşikandinê dozger û dadgerên ku bi talîmatan tevdigerin, siyasetmedarên ku vîna Kurd temsîl dikin kirin hedef û bi girtinan dixwazin encaman bistînin.
ŞAREDARÎ BI QEYÛMÊ HATIN DESTESERKIRIN
Bi BHQ’yên ku di 11 Îlonê de weşiyan di nav de şaredariyên Êlih û Colemerg jî dest li ser 28 şaredariyan danîn. Ji van şaredariyên ku hatin desteserkirin 25 ji van ên DBP’ê bûn. Piştî van qeyûman 21’ê Îlonê şaredariyên Hezexê ya Şirnexê û ya Hênê ya Amede jî hatin destserkirin.
HEDEFA PÊŞÎ YA TESFIYEYÊ BÛN KIŞANAK Û ANLÎ
25’ê Cotmehê jî vê carê di nav çarçoweya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli hatin binçavkirin. Kişanak û Anli ku 5 rojan di bin çav de man Gulten Kişanak bi îdîaya ku ‘endamê rêxistina çekdar ‘e û Anlî jî bi îdîaya ku ‘’ew cure çalakî kirine ku hewl daye beşek ji xaka ku di bin serweriya dewletê de ye, ji serweriya dewletê veqetîne’ hate girtin. Piştî girtina hevserokan, 1’ê Mijdarê jî qeyûm anîn ser şaredariya Amedê. Bi vî awayî şaredariyên DBP’ê yên ku dest li ser wan hate dayin bûne 28.
GIRTINAN BERÊ XWE DANA KJA’YÊ
Piştî girtitinA hevserokan, li ber bînahiya şaredariyê çalakiyên şermezariyê hatin lidarxistin. Li vir wekîla berê ya DBP’ê û Berdevka Kongreya Jinên Azad (KJA) Ayla Akat Ata bi îdîaya ‘’rêvebera rêxistinê’’ ye hate girtin.
BI OPERASYONA KORSANWARÎ YA DERENGIYA ŞEVÊ ÇÛN SER HDP’Ê
Piştî her sê nav hatin girtin darbeya li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk hat. Şeva 3’yê Mijdarê ku diqulibî ser 4’ê Mijdarê bi ser Navenda Giştî ya HDP’ê ve girtin û di nav de hevserok Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî 13 wekîl bi korsanwarî hatin binçavkirin.
Demîrtaş û Yuksekdag û 9 wekîlên ku di nav çarçoweya lêpirsîna dozgeriyên Amed, Şirnex, Colemerg, Çewlik û Wanê de hatin binçavkirin, li dadgehê hatin girtin. Navên din ên ku hatin girtin Serwekîlê Koma HDP’ê Idrîs Balûken, Wekîla Amedê Nursey Aydogan, wekîlên Şirnexê Leyla Birlîk û Ferhat Encu, Wekîla Mêrdînê Gulser Yildirim û wekîlên Şirnexê Selma Irmak û Abdullah Zeydan bûn. Sirri Sureyya Onder û Ziya Pîr û Îmam Taşçîer bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. Duh jî wekîlê Colemergê Nîhat Akdogan hate girtin.
Wekîlê Şirnexê Faysal Sariyildiz û wekîla Wanê Tugba Hezer Ozturk ji ber ku neçûne îfadeya xwe nedane li ser wan jî biryara binçavkirinê heye.
JI 59 WEKÎLAN LI SER 55’Ê WAN 511 FEZLEKE!
Ji 59 wekîlan li ser 55’ê wan gelek fezleke hene. Hijmara dosyayên ku li ser 55 wekîlan hatine amadekirin 511 in. Di nav wekîlan de ku hatin girtin herî pir dosya li ser Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş hene, bi îdîayên ‘’bi armanca kirina sûc avakirina rêxistinê’’, ‘’endambûna rêxistina çekdar’’, ‘’kirina sûc a li ser navê rêxistinê’’
Li ser Yuksekdag jî di nav îdîayan de ‘’bi armanca kirina sûc avakirina rêxistinê, propagandaya rêxistinê, ji bo sûckirinê sorkirin’’ û hwd. hene. Têkildarî wekîlên din jî îdîayên bi vî rengî hene.
NEBÛN FÎGURANÊ ŞANOYA DARAZÊ
Hevserok û wekîlên ku hatin binçavkirin diyar kirin ew di lêpirsînê dadgeriyê de parastinê nakin û tenê gelê ku ew hilbijartina dikarin wan ji ber sedemên siyasî darizînin û gotin ,’’em ê nebin fîgûranê şanoya darazê ku bi fermana Erdogan destpêkiriye, ku paşeroja wî ya sîyasî şîlo ye’’ Navên ku li pişt vê îfadeya xwe mand, hatin girtin û şandin girtigehên cihê.
XELEKE DAWÎ YA GIRTINAN, HEVSEROKA DBP’ê TUNCEL
Di dema çalakiya protestoyî ya bi mebesta şermezarkirina girtina hevserok û wekîlên HDP’ê ku li ber Edliyaya Amedê pêk dihat, hevseroka DBP’ê Sebat Tuncel ji hêla polîsan ve hate binaçvkirin û 6’ê Mijdarê bi daxwaza girtinê ew şandin dadgehê, dadgehê bi îdîaya ku ‘’endama rêxistina çekdar e û propagandaya rêxistinê kiriye’’ hate girtin û şandin girtîgehê.
Demîrataş, Yuksekdag û 10 wekîl, Tuncel û Ayla Akat Ata ku vîna gel temsîl dikin bi fermana desthilatdariyê hatin girtin. Piştî darbeya siyasî Koma Meclîê ya HDP’ê Û Desteya Rêveberiya Navendî xebatên xwe yên li meclîsê bidin rawestandin.
Hem bi vê biryara ku hatiye standin û hem ji ber sedema bertekên derve û hundir desthilatdariya AKP/Qesrê tengezar bûye. Li gel vê jî Serokkomarê Tirk û rayedarên hikûmetê bi daxuyaniyên xwe hewl didin vê darbeya siyasî rewa bidin nîşandan û tiştekî jê re bifesilînin.