Di roja duyema a rûniştina Doza Qetlîama Enqereyê de bersûc hatin guhdarkirin. Di qetlîamê de ku 10 meşvanên aştiyê jiyana xwe ji dest dabûn, bersûc Yakûp Şahîn ê girtî, behsa eleqeya ku polîsan nîşanî wî dane kir. Bersûcê qetlîamê Şahîn ev gotin;
“Dema îfadeya min a emniyetê, polîsan gotin ‘bibe îtîrafkar, tê 3-5’an bimîne û derkeve’. Lê ez derneketim. Wan gotin piştî 3-5 mehan tê derkevî, gotin wêneyê li ser navê kod (Danîel, koylu û Kundî) dişibin te, qebûl bike. Ti çareyek min nîn bû, min tiştên ku zanîbû ragihand. Mirovek çawa dikare 3 navên cuda yên kod bi kar bîne Ev 3 navên cuda, 3 mûçeyên cuda digirin. Mirovek çawa dikare 3 mûçeyên cuda bigre? Ji ber ez Kurd im, bi vî awayî nêz bûn. Dîsa bi van navên kod hin sûcên avêtin ser min. Bi navê kod ê Kundî ve jî dibêjin wezîfeya min a ragihandinê hebûye. Lê, nimreya min eşkere ye. Eger wisa be, min ji Dîlokê xwe gihandibê ez delîlan dixwazim. Eger têkîldarî vê delîlek, vîdeoyek, wêneyek hebe dixwazim bibînim. Her kes dizane ez Kurd im û zimanê min Kurdî ye. Ji Tirkan hê zêdetir Tirkî dizanim.” Şahîn wiha dewam kir; “Ez li nanê xwe dinêrim. Piştre min malbata xwe derbasî daîreyekê kir. Ti carî gumanên min ji Halîl nebû. Di dosyayê de tijî dixuye, wek Yûnûs Dûrmaz. Ez li gel Halîl dixebitîm. Ti têkîliyên min bi Yûnûs Dûrmaz re nîne. Min çi zanîbû dema li pey nanê xwe bûm Halîl ez xapandime. Serokkomar jî got, ‘Xwedê me efû bike, em hatine xapandin.’ Eger Serokkomarek tê xapandin, ma çima ez neyêm xapandin…
Patronê min Halîl got, ‘Em ê biçin Enqereyê karek heye.’ Got, ‘Tu yê bi vê wesayîtê bide pêş.’ ‘ Min got çima ez didim pêş. Wî jî got, ‘ li wesayîta pişt wê qeçaxekî leşkeriyê hebe, lewre tu pêş biçî bila neyê girtin.’ Min ji Halîl re got şarja telefona min nîne, ez şarj bikim. Got, pêwîstî nîne ez ê telefonek nû bidim te, ji wir tê karibe xwe bigihîne min û telefonek, bi ser re jî 5 hezar TL da min. Dema em çûn, li dor Edeneyê nuqteya polîsan hebû. Tevahî wesayît didan rawestandin. Ez li Halîl geriyam, min got nuqte heye. Halîl got me ew der bihurand. Min jî pirsî bê çawa derbas bûn. Wî jî got, ‘em çawa derbas bibin, derbas bûn. Tu rêka xwe bidomîne.’ Piştre heta Enqereyê em li ti nuqteyan rast nehatin. Li ser rê çendan caran birçî bûm, min got em rawestin, got na em ê dewam bikin. Em li petrolek nêzî Enqereyê rawestiyan. Li vir min ji Halîl re got şarja min bi dawî bû û gelekî westiyame. Halîl gote min ‘yê te karê te nema, kîjan otelê dixwazî biçiyê, piştre vegere.’ Ez jî çûm otelek 5 stêrkan. Piştre min bihîst ku xizmê min Hakan jî li Enqereyê ye. Mine w jî girt, em li wesayîtê siwar bûn û ketin rêka vegerînê. Heta dema em vedigeriyan em li Tûz Golu rawestiyan û wêne kişandin. Piştre jî gihiştin Dîlokê. Ji bo alavên xwe bigrim min bagaj vekir û min poşetek dît. Di poşette de bombeyên destan hebûn. Çendan caran li Halîl geriyam, lê negihamê. Piştre jî ji ber nizanîbûm çi bikim, min rahişt poşet û danî malê.”
‘POLÎSAN GOTIN DOZGER Û HAKIM JÎ JI ME NE’
Şahîn got piştî qetlîamê gelek kesan ew tebrîk kirine û wiha îtîrafên xwe domandin;
“Çend hevalên min ên li Dîlokê gotin, ‘baş bûye, xweş bûye, lê çend zarokên din mirine, lê dîsa ne girîng e’ û keniyan. Min fêm nekir ku bê çi dibêjin. Piştre êvarî polîs l imin geriyan. Min got ji ber min piştî madeyên hişbir bi kar anî û wesayît ajotiye li min digerin. Lê, ew poşetê Halîl hat bîra min. Piştî hatim binçavkirin, polîsan ez tazî kirim û tiştên bêexlaqî anîn serê min.
Domahiya 4 rojan xwarin nedan min. Nehiştin razêm. Herî dawî min dît nabe, min got hûn çi dixwazin ez ê wê îfadeyê bidim. Piştre jî îfadeya min girtin.
Di dosyayê de dibêje min 10 torbe amonyûm nîtrat kiriye. Rast e, min kirî. Patronê min got ‘min sîr çandiye, ji bo wê gubre lazim e.’ Min jî ji Bîrecûkê 10 torbe gubre kirî. Polîsan gotin ‘netirse, dozger jî ji me ye, giştî sûcî bavê ser Halîl.’ Midûrekî polîsan bi malbat û zarokên min gef li min xwar.
Polîsan ji bo xwe pak bikin, teşeyek wisa çêkirin. Ev kar jî wisa ma li ser min. Bi sedan hevalên min ên HDP’î hene. Çima van bikujim?
Yên li emniyetê gotin ‘wê Denîz Buyukçelebî carek din neyê Tirkiyeyê’. Li ser vê jî me karê bombeyê avêt ser Denîz Buyukçelebî. Bombekirinên li Mersîn, Edene û Pirsûsê yên HDP’ê jî polîsan bi vî şiklî pê ve kirin. Her tiştê ku min gotî ji hêla polîsan hatin diyarkirin. Tu nabêjî ev taktîkên lêpirsînê ne. Dema lêpirsîna min bi dawî bû, polîsan gotin me parêzer ji bo te dît. Min jî got çawa dibe, çiqas pereyî dixwaze, ma ez ê çawa bidimê. Wan jî got me di nav xwe de kom kiriye û dayiyê. Li ser vê jî parêzer hat, lê bi ti şêweyî alî min nekir. Ji min re got; ‘ ev ne dadgeh e, ez ê parastina te li dadgehê bikim, ji yasayê poşmantiyê sûdê wergire.’ Dema çûm dadgehê, amirê TEM’ê got, ‘netirse, ti ceza nadin te, nayê girtin, dozger jî hakim jî ji me ye.’”