Cenazeyê Eplî li ber sloganan hat veşartin

Cenazeyê Zehra Eplî ya li Girtîgeha Gebzeyê ji bo şermezarkirina polîtîkayên hikûmeta tirk ên înkar û îmhayê agir berdabû bedena xwe li Tarsûsê li ber sloganan hat veşartin.

Cenazeyê  Zehra Eplî (Serhildan/Zeynep Garzan) a li Girtîgeha Gebzeyê ji bo şermezarkirina polîtîkayên înkar û îmhayê yên hikûmeta tirk agir berdabû bedena xwe li navçeya Tarsûsê ya Mersînê hate definkirin. Ji ber cenazeyê Eplî, li gelek taxan dikan nehatin vekirin. Ji Mersînê gelek polîs sewqî Tarsûsê hatin kirin. Li navçeyê polîsan gelek rê li trafîkê re girtin. Cenazeyê Eplî ji Stenbolê anîn mizgefta Yenî Nûr a taxa Kemalpaşayê ya Mersînê. Li vir piştî wecîbeyên olî cenaze bi konvoyê ve anîn Goristana Bajêr a Tarsûsê. Cenaze li pêşiya goristanê ji aliyê sedan kesî ve hate pêşwazîkirin û  heta li cihê ku hat definkirin bi dirûşma "Şehîd namirin" ve anîn û hate definkirin. 

Piştî ku cenaze hat definkirin Hevserokê Nûnertiya Komeleya Xizmên Windayan (YAKAYDER) a Mersînê Alî Atsiz spasiya kesên beşdarî merasîma cenaze bûne kir û got, ew ê li dijî faşîzmê bi hev re têbikoşin û xwedî li bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane derkevin.

'DIVÊ LI DIJÎ FAŞÎZMÊ EM BIBIN YEK'

Bavê Eplî Seyîthan Eplî jî wiha peyivî: "Şehîd, şehîda me hemûyan e. Bijî Serok Apo. Têkoşîna gelê Kurd, têkoşîna hemû gelan e. Divê em xwedî li şehîd û nirxên xwe derkevin. Heta ku em nebin yek wê her roj cenazeyekî me bê. Şehîdên me, rêya me ronî dikin. Divê em li dijî faşîzmê bibin yek. Divê em hev re têbikoşin."

Merasîma cenaze bi çepik û sloganan bi dawî bû. 

Li aliyê din hate hînbûn ku 3 kesên ku xwestin beşdarî merasîma cenaze bibin û hatin goristanê ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin.