Li Meclîsa Awûstûryayê têkildarî êrîşên li dijî HDP'ê daxuyaniya çapemeniyê
Li Meclîsa Awûstûryayê partiyên wek SPO, OVP, NEOS û Konseya Kurd a Awûstûryayê têkildarî êrîşên li dijî HDP'ê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Li Meclîsa Awûstûryayê partiyên wek SPO, OVP, NEOS û Konseya Kurd a Awûstûryayê têkildarî êrîşên li dijî HDP'ê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Ji Partiya NEOS'ê Nîkolaûs Scherak, ji Partiya Gel a Awûstûryayê OVP'ê parlementer û parêzvana mafên mirovan Elîsabeth Pfûrtscheller, ji Partiya Sosyal Demokrat SPO'yê Serokwekîlê Komê Andreas Schîeder û ji Partiya Keskan Berîvan Aslan beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser navê Konseya Kurd a Awûstûryayê jî Şîlan Kayan axivî. Piştî Kayan têkildarî operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê agahî dan, Serokwekîlê Koma SOP'ê Andreas Schîeder axivî. Schîeder destnîşan kir ku, tiştên li Tirkiyeyê diqewimin bes li Tirkiyeyê nabin cihê şik û gumanan, di heman demê de bi binpêkirina demokrasiyê şik û gumanên ên li derveyî sînor jî zêde dikin.
Schîeder diyar kir ku, ew rêya Tirkiyeyê ya ku ber bi rejîmeke otorîter û dîktatoriyê ve diçe bi şik û guman dişopînin. Schîeder anî ziman ku, ji bo Tirkiye bi paş ve gav bavêje divê hikûmeta Awûstûryayê, saziyên Ewropa û navnetewî derfetên xwe yên hevdîtinê bi kar bînin.
Ji Partiya Keskan Berîvan Aslan jî wiha pirsî "Ji bo mudaxeleya Tirkiyeyê, ma divê heta kengî demokrasî û mafên mirovan binpê bike" û bang li hêzên siyasî kir ku demildest tevbigerin.
Parlementera Partiya Gel a Awûstûryayê OVP'ê parlementer û parêzvana mafên mirovan Elîsabeth Pfûrtscheller jî diyar kir ku, ew ê tiştên li Tirkiyeyê pêk tên asayî nabînin û got, bi taybetî pêkûtiyên li dijî Kurdan nayên paşguhkirin.
Ji Partiya NEOS'ê Nîkolaûs Scherak jî bi lêv kir ku, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê Ewropa bi salan hewl da, lê hemû keda wê badilhewa çû. Scherak got, şibandina Wezîrê Karên Derve yê Luksembûrgê Jean Asselborn ku Tirkiyeyê şibandibû hikûmeta Naziyan tam di cih de ye. Her wiha Scherak bang li Parlementoya Ewropayê kir ku gavê bavêje.