'Civaka demokratîk çareseriya sûcên li dijî jin û zarokan e'

Rûniştina sêyemîn a doza duyemîn a têkildarî kuştina Narîn Guran a 8 salî, li Dadgeha Ceza ya Asliye ya 17'emîn a Amedê pêk hat.

Dadgehê biryar da ku bersûc girtî bimînin û rûniştin ji bo 30'ê Gulanê taloq kir.

Hevberdevka Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Bêrîtan Guneş piştî rûniştinê daxuyaniyek da û anî ziman ku ji ber bersûc zarko in, ew biryarê bi hurmet pêşwazî dikin.

Bêrîtan Guneş her wiha nerazîbûn nîşanî xerakirina cezayê li bersûcên doza destavêtinê ya li 43 zarokan a li Şirnexê da û anî ziman ku polîtîkayên bêcezahiştina bersûcên li hemberî jin û zarokan bandoreke giran li civakê dike.

Guneş got, "Avakirina civaka demokratîk reçeteya çareseriya sûcên li hemberî jin û zarokan e" û destnîşan kir ku weke DEM Partî wê ji bo zarokan vê têkoşînê dewam bikin.