Tevgera Karkeran a Arjantînê piştgirî da HDP'ê
MST-Nueva Îzquîerda ji bo xurtkirina piştevaniyê bi HDP'ê re bang kir. MST-Nueva Îzquîerda li hemberî bêdengiya Ewropayê nerazîbûn nîşan da û xwest, danekirin li ser Tirkiyeyê were ferzkirin.
MST-Nueva Îzquîerda ji bo xurtkirina piştevaniyê bi HDP'ê re bang kir. MST-Nueva Îzquîerda li hemberî bêdengiya Ewropayê nerazîbûn nîşan da û xwest, danekirin li ser Tirkiyeyê were ferzkirin.
Li ser navê Rêveberiya Neteweyî ya MST-Nueva Îzquîerda (Tevgera Sosyalîst a Karkeran-Çepên Nû) Alejandro Bodart û Vilma Ripoll, têkîldarî qirkirina siyasî ya li dijî HDP'ê daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, HDP'î bi feramana Erdogan hatine girtin û wiha hat gotin: "Ev hewldana otorîter, bi rengekî dijberê mafên qanûnî û demokrasiyê, parçeyek ji zext û binpêkirina mafên mirovan ên li dijî gelê Kurd e. Ev êrîş di heman demê de li dijî medya, akademîsyen, mamoste, rojnamevan û entelektuelên li Tirkiyeyê jî tê kirin."
LI DIJÎ EWROPAYÊ NERAZÎBÛN Û BANGAWAZÎ
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
"Em ji jiyana hevrêyên HDP'ê hikûmeta Erdogan berpirsyar digirin. Lê di heman demê de li hemberî hikûmeta tirk Ewropa ya ku qet serî li danekirinan nade û tiştek nekiriye, berpirsyar digirin. Ji bilî hin daxuyaniyên ku hin siyasetmedarên demokratîk dane Yekîtiya Ewropayê hiştiye ku li Tirkiyeyê li şûna demokrasiyê dîktatorî bi cih bibe. Bi vî rengî bûye sedema astengkirina partiya ku bi 6 mîlyon dengan hatiye hilbijatin. Ji bilî vê yekê 180 şaredar û endamên meclîsa şaredariyê, 300 rêveberên partiyê bi mehan e girtîne. Bûye sedem ku hikûmeta Tirkiyeyê di serî de Amed mudaxaleyî 30 cihan bike.
Hikûmeta ku xwe demokratîk dibîne divê balyozê Tirkiyeyê qet nebe ji bo agahî girtin û berdena girtiyên ku li girtîgehan di bin tecrîdê de tên girtin gazî bike. Eger Tirkiye qebûl neke vê carê jî têkîliyên dîpolmatîk û bazirganiyê yên bi Tirkiyeyê re qut bike. Eger hikûmeta Arjantinê, li hemberî pêkanînên hikûmeta Erdogan a li dijî HDP'ê û gelê Kurd, pêwîstiya parastina mafên mirovan dibîne divê vê bike. Hevkariya hikûmeta Erdogan a bi terorîstên herî mezin DAIŞ'î re derketiye holê. Dîsa Parlamenta Arjantînê divê belavoka ku daxwaza berdana girtiyan dike ji rayedarên tirk re bişîne."
'EM BÊŞERT PIŞTGIRIYÊ BIDIN HDP'Ê, MEŞEKE MEZIN LI DAR BIXIN'
MST-Nueva Îzquîerdyê di dawiya daxuyaniyê de jî ev bang kir:
"Tişta ku hikûmet bike, afirandina polîtîkayên dibişin ên emperyalîstan an jî hevkarên wan nîne. Welatê me divê bi taybetî bi girtiyan re û bi gelemperî jî bi doza Kurd re di nava piştevaniyê de be, divê ev bibe bingeha polîtîkaya me. Ji ber vê yekê jî ji bo hemû rêxistinên siyasî, rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên xwendekaran û rêxistinên jinan re bangawaziya me ye; Bi HDP'ê re divê bêşert, bi hevre piştevaniya xwe nîşan bidin. Em daxwaza berdana hemû HDP'iyên hatine girtin bikin. Bi piştevaniyê em gelê kurd xurt bikin. Em hemû zextên Erdogan şermezar bikin. Vê hefteyê em meşa ku piştgiriyê dide van daxwazan li dar bixin."