Dadgehê berda, dozgeriyê girt
Ji 7 ESP’iyên ku li Meletiyê hatibûn binçavkirin û piştre hatibûn berdan, 5 kes li ser îtîraza dozgeriyê hatin girtin.
Ji 7 ESP’iyên ku li Meletiyê hatibûn binçavkirin û piştre hatibûn berdan, 5 kes li ser îtîraza dozgeriyê hatin girtin.
Li navenda Meletiyê di operasyona li dijî rêveberên ESP’ê de ku 1’ê Mijdarê pêk hatibû, Ayşe Işik, Serdar Yucekaya, Mehmet Keleş, Haci Çîçek, Ferhat Çankaya, Bedîrhan Donmez û Hatîce Zengîn hatibûn binçavkirin û piştî karûbarên li emniyetê duh sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeyên li dozgeriyê, 7 kesên ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Lê, li ser îtîraza dozgeriyê, ji 7 ESP’iyan 5 kes careke din hatin binçavkirin. ESP’iyên ku derketin pêş 2’yemîn Dadgeha Sûlhê ya Meletiyê, hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê.