Lubnanê hişyarî da Hamasê: Axa me bi kar neynin!

Konseya Bilind a Parastina Lubnanê li hemberî Hamasê ku tê îdîakirin têkiliya wê bi roketên ku di navbera 22 û 28’ê Adarê de li Îsraîlê hatine xistin re heye, hişyarî da.

Li gorî nûçeya rojnameya L’Orient El Jourê, Konseya Bilind a Parastina Lubnanê, diyar kiriye ku bikaranîna axên Lubnanê ji aliyê Hamasê ve bi armancên leşkerî wê ewlehiya welêt bixe nava xeteriyê û got ku li dijî çalakiyên bi vî rengî wê ‘tedbîrên xurt’ bên girtin.

Hat ragihandin ku hin kesên girêdayî rêxistinê hatine binçavkirin û di hefteyên bê de wê pêvajoya darizandina wan destpê bike.

Serokê Dewletê Joseph Aoun got, “Lubnan bi tu awayî wê nebe zemîna platforma faeliyetên bêîstikrariyê.” Serokwezîr Newaf Salam, jî destnîşan kir ku divê çekên neqanûnî bên danîn û bal kişand ser Peymana Taîfê.

Her wiha ji bo hilbijartinên xwecihî yên ku di dema pêş de bên kirin jî rayedaran daxuyanî dan û diyar kirin ku ji bo hilbijartin bi awayekî şefaf û ewle pêk were hemû tedbîrên pêwîst wergirtine. Di civînê de bandorên gengaz ên şerê li Sûriyeyê li ser Lubnanê jî hatin nîqaşkirin.