Doza polîsên li Serêkaniyê hatin kuştin hat taloqkirin

Doza kuştina 2 polîsên li Serêkaniyê bi hinceta komkirina delîlan cara 3'yemîn hat taloqkirin.

Doza kuştina du polîsên li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ku di 21'ê tîrmeha 2015'an pêkhatibû û bu "sedema bi dawî anîna" pêvajoya çareseriyê cara 3'yemîn hat taloqkirin. Doza Murat Abîr, M. Nacî Yilmaz, Hasan Aydin, Lutfu Abîr, Serdal Çelîk û Aslan Bulut ku bi hinceta kuştina 2 polîsan hatine girtin li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê hat dîtin. Ji ber ku Murat Abîr, M. Nacî Yilmaz, Serdal Çelîk, Aslan Bulut li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê bûn bi Tele Konferansê tevlî dozê bûn. Huseyîn Aydin ê ku li Îzmirê jî dimîne tevlî nebû. 

PIŞTÎ SALEKÊ TEVLÎ DOZÊ BÛ

Piştî salekî Turan Beşkat ku îxbara ciwanan kirî tevlî dozê bû û diyar kir ku nûmareya ku îxbar kirî li ser navê wî hatiye kirîn lê wî ew numare bi kar neaniye û li ser kesê ku numareya wî bi karanîne wê dozê veke.

DOZ HAT TALOQKIRIN

Doz bi hinceta ku qeydên sinyalên telefonon ên hatîne îmhakirin bên lêkolîn kirin, numareya Beşkat bê lêkolînkirin, ji bo komkirina delîlan û giringiya dozê hat taloqkirina 12 çileya 2017'an.