Gel li Edeneyê li ser piyan e

Girtina siyasetmedarên Kurd li Edeneyê bi çalakiyan hate şermezarkirin.

Girtina 10 parlamenterên HDP'ê ku hevserokên giştî jî di nav de ne, li Edeneyê bi çalakiya dengderxistinê hate şermezarkirin. Li taxên Daglioglû, Gulbahçe û Firatê yên navçeya Seyhanê, ji heft heta heftê salî welatî daketin kolanan û teneke, qûşxane li hev xistin û deng derxistin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Zext nikarin bi me" hatin qîrîn. Ciwanan jî nîvê şevê fîşekên hewayî teqandin.

Şêniyên taxan dan xuyakirin, ku ew ê her êvarê saet di 19:00 de vê çalakiyê lidar bixin û bang li gelê Çûkûrovayê kirin, ku rabe ser piyan.