Li Herêma Kurdistanê mehekê 3 jin hatin qetilkirin

Li gorî daneyên ku Rojnewsê berhev kiriye, li Herêma Kurdistanê meha Nîsanê bûyerên tundiyê yên li dijî jinê gelekî zêde bûne. Li bajarên cuda herî kêm 3 jin hatin kuştin, 4 jin jî bi gumanbarî mirin.

Li gorî agahiyên ajansa Rojnewsê berhev kirine, di meha Nîsana 2025'an de li bajarên cuda yên Herêma Kurdistanê 3 jin hatine qetilkirin û 4 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî vê;

Di 2’ê Nîsanê de, Jiyar Mihemed (25) a xelkê Seyîdsadiq û nişteciha bajarokê Bazyan ya li sînorê Silêmaniyê, li mala xwe bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.

Di 4’ê Nîsanê de jinek 21 salî li navçeya Mexmûr a ser bi Hewlêrê, ji aliyê birayê xwe ve bi guleyê hate qetilkirin.

Di 5’ê Nîsanê de Avêsta Yusif (27) li gundê Tenkatûr ya li nêzîkî Pira Rezanê ku dikeve sînorê bajarokê Mêrgesor ya ser bi îdareya Soran, kete robar û jiyana xwe ji dest da.

Di 6’ê Nîsanê de jinek bi navê ‘M-M-K’ ( 24) ya niştecihê navçeya Roviyan a li sînorê Akrê, ji aliyê hevjînê xwe yê bi navê ‘A-M-C’ (28) ve hate qetilkirin.

Di 2’ê Nîsanê de Reyan Osman a 20 salî û niştecihê bajarokê Xebat ket Zêya Mezin. Cenazeyê Reyan di 8’ê Nîsanê de hate dîtin.

Di 9’ê Nîsanê de cenazeyê jinek bi navê ‘Ş-N-M’ (38) li taxa Sera ya bajarê Helebceyê, li ser bedena wê şopên guleyan heyî hate dîtin.

Di 24’ê Nîsanê de Aşna Ferhad ya nişteciha bajarokê Soran, li mala xwe di encama teqîna sobeyê de li gel du zarokên xwe şewitî. Aşna Ferhad piştî 2 rojan li nexweşxaneya şewatê ya Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.

Hêjayî gotinêye ku di meha Adarê de li bajarên cuda yên Herêma Kurdistanê jinek hatibû qetilkirin û du jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabûn.