Li Tambûv saziyên Kurd xwedî li HDP’ê derketin
Saziyên Kurd ên ku li bajarê Tambov karê xwe dikin, xwedî li HDP’ê ya ku êrîşên qirkirina siyasî li ser tê meşandin derket, faşîzma AKP’ê protesto kirin.
Saziyên Kurd ên ku li bajarê Tambov karê xwe dikin, xwedî li HDP’ê ya ku êrîşên qirkirina siyasî li ser tê meşandin derket, faşîzma AKP’ê protesto kirin.
Saziyên Kurd ên ku xebatên xwe li bajarê Tambov ê Rûsyayê dimeşînin, girtina hevserokên HDP’ê û parlementeran şermezar kirin. Saziyên ku li Navenda Xebatan a Dîcleyê kom bûn, li ser navê saziyan hevserokê Kongreay Êzidiyên Rûsyayê Cemal Şamoyan axivî û wiha got: “HDP ji roja ku ketiye parlementoyê hemû pilanên qirêj yên AKP’ê kifş kirye. HDP di her kêliyê de siyaseta qirêj a faşîzma AKP’ê rexne kir û di hilbijartina 7’ê Hezîranê de bi rêjeya dengên zêde bû hedefa AKP’ê û Erdogan. Êrîş li ser mitîngên wan hatin kirin, endamên partiya wan hatin qetilkirin, hatin binçavkirin û rastî her cûre êrîşên dij mirovatiyê hatin. HDP’ê gotina xwe bi cih anî û Erdogan nekir serok. Yek ji sedemê vê yê ku Erdogan HDP’ê dike hedef ev e.
‘GIRSE LI GEL HDP’Ê YE’
AKP û Erdogan bila baş bizanibe, girseya li pişt HDP’ê ne girseyekî wisa ku bê lîstikên we. Îro li gelek deverên cîhanê bi hezaran kes ji bo HDP’ê li ser piyane, ev jî dide nîşandan ku girse li gel HDP’ê ye. Divê hemû kes li dijî van êrîşên qirkirinê yên siyasî ku ne tenê HDP’ê dike hedef hemû gelê Kurd dike hedef rabe ser lingan. Em jî weke saziyên ku li bajarê Tambûv xebatên xwe birêve dibin, em jî hişmediya faşîst a hikûmeta AKP’ê û Erdogan şermezar û protesto dikin.”
Piştî axaftina Şamoyav û şûn de rêveberên saziyên din ku beşdarî civînê bûn jî operasyonên qikirina siyasî şermezar kirin.