Li Elmanya û Îtalyayê çalakiyên ji bo HDP’ê
Protestokirina qirkirina siyasî ya ku rejîma AKP/Qesrê li dijî gelê Kurd dimeşîne didome. Li bajarên Koln û Dresden ên Elmanyayê û paytexta Îtalya Romayê ji bo piştgiriya HDP’ê çalakî hatin lidarxistin.
Protestokirina qirkirina siyasî ya ku rejîma AKP/Qesrê li dijî gelê Kurd dimeşîne didome. Li bajarên Koln û Dresden ên Elmanyayê û paytexta Îtalya Romayê ji bo piştgiriya HDP’ê çalakî hatin lidarxistin.
KOLN
Li bajarê Koln ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Viyan çalakiya kon didome. Di çalakiyê de ku Elman bi eleqeyek mezin nêz dibin, belavok tên belavkirin û sînevîzyon tê pêşandan.
Her wiha Meclîsa Jinê ya Viyan û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ji bo çalakiya Dusseldorfê jî banga tevlîbûnê kirin.
Kurdistanî wê sibehê saet 11.00’an ji bo nobetê li pêşiya Sefaretxaneya Fransa ya li Dusseldorfê bin. Saet 12.00’an jî wê ber bi parlamentoyê ve bimeşin.
DRESDEN
Li bajarê Dresden ê Elmanyayê jî Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Meclîsa Jinê ya Ûtayê li dijî qirkirina siyasî li Albertplatzê çalakiya kon dan destpêkirin. Di çarçoveya çalakiyê de ku wê heta roja Şemiyê bidome, belavok tên belavkirin. Ji bilî Elmanan, gelên din jî li welêt destekê didin çalakiyê.
ROMA
Li paytexta Îtalya Romayê jî Parlamenterên AKP’ê yên hatine parlamentoyê tên protestokirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Qatil Erdogan Wê Hesab Bide”, “Bi Berxwedanê Em ê Bi Ser Bikevin” tên berzkirin.