BI DÎMEN

Çalakiyên li dijî darbeya AKP/Qesrê dewam dikin

Li dijî operasyonên qirkirina siyasî yên faşîzma AKP'ê, li gelek welatên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin. Her wiha sazî û partiyên Ewropî jî ji bo HDP'ê banga piştgiriyê kirin.

Li dijî operasyonên qirkirina siyasî yên faşîzma AKP'ê, li gelek welatên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin. Her wiha sazî û partiyên Ewropî jî ji bo HDP'ê banga piştgiriyê kirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ji bo şermezarkirina dîlgirtina hevserok û parlamenterên HDP'ê, hevseroka giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel, li ber Meclîsa Herêmê ya PACA çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Stot Erdogan-Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin daliqandin.

Çalakgeran ji bo li ser rewşa dawî agahiyan bidin serî li Meclîsa Herêmê ya Provences-Alpes-Cote-d’Azur (PACA) dan û wê di nava vê hefteyê de bi nûnerên Meclîsê re rûnên.

Kurdistaniyên li Marsîlyayê, çend roj berê nûnertiya Partiya Sosyalît (PS) a li desthilatdariyê ziyaret kiribû û dosyayek pêşkêş kiribû.

LI BERLÎNÊ JINAN MESAJA 'EM XWEDÎ LI RÛMET Û HEVRÊYÊN XWE DERDIKEVIN' DAN

Li paytexta Elmanya Berlînê, bi beşdariya saziyên jinan mîtîngek ji bo destekkirina HDP'ê hate lidarxistin. Mîtîng danê êvarê li Brandenbûrger Tor dest pê kir û endamên Meclîsa Jinê ya DEST DAN, Meclîsa Jinên Êzidî ya Binevş Edessa, Komîsyona Jinê ya CÎK, Komîsyona Jinê ya Berlînê ya PYD'ê, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Saziyên Jinê yên Enternasyonalîst, Ciwanên Azad Jin, YXK Jin û Komîsyona Jinê ya HDK'ê tevlî bûn.

Di mîtîngê de dîktatoriya faşîst a Erdogan û AKP'ê hate şermezarkirin. Ji nûnerên HDK Berlînê Mehtap Erol got, "Em dixwazin bînin bîra Birêz Angela Merkel ku deynekî wê heye. Yên ku bi desteka xwe cinawirekî mîna Erdogan û AKP'ê afirandiye, Merkel û hikûmeta Elman e. Lewma berî ku ev cinawir êrîşî wan jî bike, lazim e tedbîran bigire. Divê Erdogan jî zanibe; Bi dîlgirtina Birêz Ocalan re doz neqediya. Ji sala 1999'an û vir ve bi hezaran Ocalan derketin û bi hezaran ciwan bûn Ocalan. Di heman demê de Hevserokên me yên HDP'ê jî wê bibin hezar, sed hezaran û tevlî vê têkoşînê bibin. Em vê rewşê ne weke girtinê dibînin. Ev 'dîlgirtin' e. Weke jin em ê heta dawiyê bi hev re xwedî li rûmet û hevrêyên xwe derkevin."

PARLAMENTERA DÎE LÎNKE: JINÊN BÊHEMPA YÊN WÊREK

Parlamentera Dîe Lîne (Partiya Çep) a li Parlamenta Federal Anette Groth li mîtîngê axivî û got, "Jinên Kurd gelekî wêrek in. Ez van jinên fedakar ên li her qada jiyanê bi rengekî çalak têdikoşin bi rêzdarî silav dikim. Min ew li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê dît. Li her cihî li pêş in û weke rûmeta jinên cîhanê di nava jiyanê de ne."

Parlamenter Groth wiha dewam kir: "Bi dîtina min, polîtîkaya Elmanyayê ya têkildarî Tirkiyeyê sosret e. Lazim e derhal hemû peyman bên betalkirin. Cihê şermê ye ku hê jî hevkariya leşkerî tê kirin. Ez bi xwe jî carna dipirsim 'gelo weke Elmanya em ji Erdogan ditirsin?'. Lê pirsgirêk ne ev e. Bi tenê bêdengiyek li pêşberî gefan heye. Lê divê vê jî bêjim; ev yek wê bi vî rengî dewam neke. Em têkoşîna xwe bidomînin û her tim  dengê xwe bilind bikin, ev bes e."

Çalakî bi qasî du saetan dewam kir û jinan li erbaneyê dan, govend gerandin.

LI OSLO Û TRONDHEÎMÊ ÇALAKÎ

Li bajarên Oslo û Torndheîm ên Norwêcê, tevî hewa sar jî çalakiyên ji bo destekkirina HDP'ê hatin lidarxistin. Aliyê herî balkêş ê çalakiyan ew bû; nûnerên partiyên siyasî yên li Parlamenta Norwêcê di asta herî bilind de tevlî bûn û destek dan.

Nûnerên Partiya Çep Sosyalîst, Partiya Çep, Partiya Sor, Partiya Keskan, Partiya Karker û Partiya Rastgir tevlî bûn û axivîn.

Serokê Giştî yê Partiya Çep Sosyalîst Aûdûn Lysbakken tevlî çalakiya li Oslo bû û li vir peyivî: "Lazim e dewletên Ewropayê bes qîma xwe bi daxuyaniyên şermezarkirinê bînin. Divê êdî gavê bavêjin. Ez ji vê derê bang li Sekreterê Giştî yê NATO'yê yê Norwêcî dikim. Divê li pêşberî vê neheqiya li HDP'ê hatiye kirin bêdeng nemîne û vê bisekinîne."

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Çep Ole Elvestûen jî got, "Em li dijî darbeyan e, lê di heman demê de li dijî dîktatoriyê ne. Lazim e gelê Kurd û HDP zanibin, weke Partiya Çep em bi wan re ne û em ê her tim bi wan re bin."

Nûnertiyên partiyên Norwecî û gel destek dan çalakiya li bajarê Trondheîmê. Girseya gel dirûşmên "Kujer Erdogan", "Bijî HDP" û "Piştgiriyê bide HDP'ê" qîriya.

Li paytexta Norwêc Osloyê, wê roja Şemiyê saet di 15:00 de li ber Stasyona Trenê çalakiyek bê lidarxistin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Osloyê bang li gelê li Oslo û derdora wê dijîn kir, ji bo tevlî çalakiyê bibe.

ÎTALYA

Li ber Walîtiya Fîrenze ya Îtalyayê, saziya bi navê 'Fermîamo la Gûerra' çalakiyek lidar xist û destek da HDP'ê.

Çalakî ji aliyê koma dijberê şer ve hat lidarxistin û bi qasî 50 kes tevlî bûn. Di çalakiyê de komkujî û operasyonên qirkirina siyasî yên li Tirkiyeyê hatin şermezarkirin.

Çalakgeran gotin, ew bi HDP'ê re ne.

...