Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta bû mêvana bernameya Çira Welat a Çira TV û li ser pêla girtin û binçavkirinan, êrîşên rejîma Erdogan û berxwedana li dijî vê yekê, bersiv da pirsên rojnamevan Sabriye Dûman.
DARBEYA AKP'Ê KIRIYE, DARBEYEKE LEŞKERÎ YE
Avesta da xuyakirin, ku êrîşên AKP dike, ne ji ber xurtbûna wê ye û got, "Bi zîhniyeteke faşîst a bêsînor êrîş dike. Herî dawî tevî hevserokan, parlamenterên HDP'ê û hevşaredar û siyasetmedar kir. Xuya ye wê van girtinan bidomîne. Faşîzma dewleta Tirk di asta herî bilind de li hemberî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê darbeyek pêk aniye."
Avesta diyar kir, ev darbe qaşo bi qanûnên li dijî darbeyê hatiye kirin û destnîşan kir, nabe ku mirov ji vê darbeyê re bêjin darbeyeke sivîl: "Darbeyeke leşkerî ye. Bi zora polîsan nîvê şevê avêt ser malan û mirov bi zordarî dîl girt. Di vir de hiqûq û mafên mirovan qet nîne. Ya hatiye kirin, pêkanîna qanûnên Qesrê, faşîzm û bê exlaqî ye."
Sozdar Avesta bibîr xist, ku yekane hêza bi rengekî fedakar li dijî vê dijminatî û darbeyê li ber xwe dide, gelê Kurd, jinên Kurd û hêzên demokrasiyê ye û ev hişyarî da: "Eger seknek li dijî vê neyê nîşandan eger destê gelê Kurd ê ji bo demokrasiyê neyê destekkirin wê Tirkiye bikeve nava tarîtiyekê. Tirkiye ji aliyê aborî, civakî û pergalî ve di nava kaosê de ye. Tiştekî bi navê pergalê nema ye. Ya heyî dîktatorî ye. Ev dîktator bi polîs û jendermeyên xwe tevdigere. Ev jib o siberoja Tirkiyeyê, xeteriyeke mezin e. Têkoşîneke girîng li dijî vê divê."
'DI VÊ DEMÊ DE KÎ TEVLÎ KARÊ PARLAMENTÊ BIBE, EW SÛC DIKE, DIBE HEVPARÊ DÎKTATORIYÊ'
Avesta biryara HDP'ê ya ji bo sekinandina xebatên xwe yên li parlamentê jî nirxand û bibîr xist, ku dewleta Tirk, dîktatoriya Erdogan bi helwest û nêzîkatiyên xwe yên heta niha, parlement tevizandin.
Avesta diyar kir, ji 15'ê Tîrmehê û vir ve tiştekî bi navê parlamentê li holê nîne û anî ziman, Tiriye niha bi qanûnên awarte, bi biryarnameyan tê birêvebirin.
Avesta dorpêçkirina navenda HDP'ê, serdegirtina li rêxistinên bajar û navçeyan, destwerdana li çalakiyên protestoyî û binçavkirin û girtina bêserûber bibîr xist û got, "Biryara HDP'ê ya sekinandina xebatên xwe yên li parlamentê, biryareke rast e. Ji xwe biryar dane bi gel re nîqaş bikin. Bêguman ev şêwateke demokratîk e. Parlamenta Tirkiyeyê wateya xwe winda kiriye. Çûyîna wê parlamentê sûc e. Kî diçe wê parlamentê sûc bike, dibe hevparê dîktatoriyê."
'QUTBÛNA JI VÊ PERGALÊ DIVÊ'
Avesta destnîşan kir, ku hêvî û bendemayîna ji parlamenta Tirkiyeyê xelfeteke e û got, "Divê hêviya kesî ji pergala Tirkiyeyê nebe. Rewşa heyî bi her awayî qutbûnekê nîşan dide. Di asta herî jor de divê qutbûn ji pergalê çêbibe. Lazim e karibe pergala xwe ava bike. Ya tê xwestin ev e."
'ÊDÎ DAXUYANIYÊN ŞERMEZARKIRINÊ TÊRÊ NAKIN; DANEKIRIN DIVÊ'
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta helwesta Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û cîhana derve ya li hemberî van girtinan nirxand û destnîşan kir, ku her çend daxuyaniyên tên dayîn girîng jî bin êdî gotina 'em bi guman in' têrê nake.
Li gorî Avesta, lazim e hin gavên şênber li dijî dewleta Tirk werin avêtin û işaret bi girîngiya danekirinan kir.
Avesta da xuyakirin, ku ji aliyê her kesî ve tê zanîn; dewleta Tirk DAIŞ'ê weke amûreke gefxwarinê li dijî welatên derve bi kar tîne, bi vî rengî wan bêdeng dikin û got, "Lê ev nayê wê wateyê ku dewletên derve nikarin pêşî li vê bigirin. Eger ji aliyê dîplomatîk û piştgiriya leşkerî ve helwestê nîşan bidin, wê Erdogan nikaribe van gefan bixwe. Lazim e Yekîtiya Ewropa dest ji vê siyaseta xwe ya durû berde."
'DI 4'Ê MIJDARÊ DE DÎWARÊ TIRSÊ ŞIKEST'
Sozdar Avesta ragihand, dîktatoriya Erdogan êdî ya Saddam, Hîtler û Mûssolînî derbas kiriye û destnîşan kir, ku divê têkoşîna li dijî vê dîktatoriyê tenê ji Kurdan re neyê hiştin.
Avesta anî ziman, ku ji bo serketina vê berxwedanê lazim e her kes têbikoşe û got, "Xwestin bi tirsê çavên gel bitirsîne û bi ser bikeve. Lê roja 4'ê Mijdarê bû roja berxwedana mezin. Di wê rojê de dîwarê tirsê şikest. Gelê me li qadan e û li ber xwe dide. Divê desteka hêzên derve jî rewşa xwe zelal bike."
'GEF LI DIJÎ TEVAHIYA KURDISTANÊ Û GELÊN HERÊMÊ YE'
Li gorî Avesta êdî xeta navîn di têkoşînê de nema ye û got, "Ya tu yê bi xeta azadîxwaz û eniya berxwedanê re be, yan jî tu yê bi eniya faşîzmê, bi dîtator re be.
Avesta hebûna leşker û çeteyên dewleta Tirk li herêma Şehba ya Rojavayê Kurdistanê, li Başîka û gelemperiya herêma Başûrê Kurdistanê û got, "Dewleta Tirk êrîşî tevahiya destketiyên gelê Kurdistanê dike. Çalakiyên niha tên kirin, berxwedana gelê me ya heyî ne tenê ji bo gelê Kurdistanê, ji siberoja hemû gelên Rojhilata Navîn gelekî girîng û pîroz e."
'GELÊ ŞENGALÊ RAGIHAND KU EW Ê RÊ NEDIN DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK'
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Avesta bibîr xist, ku dewleta Tirk her roj gefan li Başûrê Kurdistanê, li Şengalê dixwe û got, "Gelê Şengalê êdî gelekî rêxistinbûyî ye. Bi xwe dan xuyakirin, ku heta yek ji wan sax bimîne ew ê rê nedin dagirkeriya Tirkan û li ber xwe bidin. Wê destûrê nedin ku xeyala împaratoriyeke nû ya Osmanî bicih were anîn. Tevî ku ferman li civaka Êzidî rabû û hê jî di binê konan de dijî, dewleta Tirk bi çavsoriyeke mezin gefa dagirkirinê lê dixwe. Lê nikare kesî bitirsîne. Her kes li her cihê lê ye li ber xwe dide û bi vê berxwedan û têkoşînê wê faşîzmê têk bibe. Têkoşîneke xurtir divê."
'LAZIM E KURD ÊDÎ XWEDÎ YEK DENG Û YEK HELWESTÊ IN'
Avesta li ser helwesta gel û hêzên Kurdan li her çar aliyên Kurdistanê destnîşan kir, ku yekîtiya Kurdan êdî nebe nabe. Avesta ev tespît kir: "Divê Kurd bibe xwedî yek helwest, yek dengî. Hevgirtin divê. Rewşeke xwezayî ye ku her partî xwedî bernameyeke cuda be, lê ev li pêşiya hevgirtinê ne asteng e.
Têkildarî gefa dewleta Tirk a "Em nahêlin Şengal bibe Qendîla duyemîn" Sozdar Avesta got, "Êdî her der Qendîl e. Qendîl Kurdistan bi xwe ye."
Sozdar Avesta herî dawî çalakiyên Kurdistaniyan ên li welat û derveyî welat li dijî zext û zordariya rejîma AKP'ê nirxand û got, "Têkoşîn dîlanek e. Li devera ku têkoşîn lê tine be, berxwedan lê tine be, sekin lê hebe, divê mirov ji wir bitirsin. Pêwîste heta ku em encamê bi dest bixin, bi ser zaliman ve biçin. Dem êdî dema gotinê nîne, dema kirinê ye. Gotin wateya xwe winda kiriye. Ji bo jiyaneke bi rûmet, çi ji destê kê tê divê bike."