Navenda Giştî ya HDP'ê ev 5 roj in dagirkirî ye
Navenda Giştî ya HDP'ê, ku polîsên Tirk şeva 4'ê Mijdarê avête ser û dor lê girtin, hê jî dagirkirî ye.
Navenda Giştî ya HDP'ê, ku polîsên Tirk şeva 4'ê Mijdarê avête ser û dor lê girtin, hê jî dagirkirî ye.
Navenda Giştî ya HDP'ê ji şeva 4'ê Mijdarê û vir ve, dagirkirî ye. Rêya kolana Buklum ku berê deriyê navendê lê ye, ji her du aliyan ve hatiye girtin û polîs nahêlin parlamenter û rêveberên partiyê bikevin hundir. Der barê mijarê de serî li Walîtiya Enqereyê hat dayîn, lê ti encam jê derneket. Li ser vê dorpêçiyê hê jî nivîseke fermî negihîştiye ber destê rêveberên partiyê. Li gorî agahiyan, kêm jî be ev dorpêçî sist bûye û kesên ku rêveberiya partiyê navê wan radigihînin, dikarin ji benda polîsan derbas bibin.
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen da xuyakirin, ku wan li ser mijarê bi walî re duh hevdîtin kirine û ji wan re hatiye ragihandin ku navên ji aliyê partiyê ve werin erêkirin, dikarin derbas bibin.
Bîlgen diyar kir, li ser sedema dorpêçiyê jî Walîtiyê îdîaya 'gumanên li ser ewlekariyê' ji wan re ragihandiye û got, "Tevî ku ti biryar di vê der barê de nîne, bi rengekî kêfî ev rewş dewam dike. Ev yek di heman demê de pêşîgirtina li karên partiyê ye. Bi ti hincetan ev yek nayê qebûlkirin. Ewlekarî, bi danîna bendan li pêşiya endamên desteya rêveberiya navendî û parlamenteran, pêk nayê."
Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Sarûhan Olûç jî duh gotibû, li dijî vê dorpêçiya derveyî qanûnan, ew ê serî li dadgehên navneteweyî bidin.