TEV-DEM'ê êrîşên li dijî Durziyan şermezar kir

TEV-DEM'ê êrîşên komên alîgirê HTŞ'ê yên li dijî Durziyan şermezar kir û ji bo Sûriyeyeke wekhev, demokratîk, nenavendî û ji bo rakirina tarîtiya li ser jin, ciwan, gelan û çandan banga mezinkirina têkoşînê kir.

TEV-DEM

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî êrişên li ser Durziyan ên li gundewarên Şamê û Siweydayê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Hilweşîna rejîma Esed bû hêviya avakirina Sûriyeke nû, demokratîk, wekhev, nenavendî û hevbeş, bi beşdarbûna tevahiya pêkhateyên Sûriyeyê. Lê diyar e zîhniyeta îslama sunnî ya Îxwan El Muslimîn bi piştgiriya Osmaniya Nûjen li Şamê bi cih bûye.”

Di dewamê de hate gotin: “Bi navê şerê bi bermahiyên rejîmê re, zêdetirî 30 hezar kes ji pêkhateya Elewî bûn qurbanî li ser destê hikumeta Şamê. Di milekî de komkujiyan dike û di milekî de jî hêsiran li ser qurbaniyan dibarîne, wekî ku ji derveyî siyaseta wî tevger hatiye meşandin. Ji bo rêgirtina li ber komkujî û şerekî navxweyî, QSD’ê peymanek bi Ehmed El Şeri re danî û ta roja îro jî cidiyeta Şamê di nava gumanan de ye. Di dema dawîn de, komên ku qaşo nayên kontrolkirin, êrişên xwe vê carê li ser pêkhateya Durzî pêk anîne, li Ceremana, Eşrefiye û gundewarên Siweydayê ku zêdetirî 100 sivîl û berevanên Durzî canê xwe ji dest dane.”

Hate diyarkirin ku êriş plankirî ne û hate gotin: “TEV-DEM bang li tevahiya pêkhateyan dike ku nebin qurbanî ji plan û siyasetên qirkirinê re, têkoşîna xwe mezin bikin ji bo avakirina Sûriyeyeke nenavendî, demokratîk û wekhev, dûrî zîhniyeta qirkirin û ferzkirina tariya hezar salan li ser gel, jin, ciwan û çandên cuda.”

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Em bang li raya giştî ya cîhanê, demokrasîxwaz û saziyên navneteweyî dikin ku di xizmeta avakirina Sûriyeyeke demokratîk de, rê li ber planên qirkirinê, yên Tirkiyeyê û DAÎŞ'ê bigirin û tawanbaran bidarizînin.”