BI DÎMEN

Li Brukselê Kurdan û parlamenterên Ewropî piştgirî dan HDP’ê

Li paytext Brukselê Kurdan û parlamenterên Ewropaî destek dan HDP’ê, qirkirina siyasî ya AKP/Qesrê protesto kirin.

Li dijî qirkirina siyasî ya li hember gelê Kurd û HDP’ê, çalakiya kon a li ber avahiya Komîsyona Parlamentoya Ewropayê ya li paytexta Belçîka Brukselê di roja duyemîn de dewam dike.

Parlamenterê HDP’ê Faysal Sariyildiz, Tûba Hezer ên sirgûnkirî ne, Parlamenterên berê yên Wanê Ozdal Uçer, Kemal Aktaş, Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, Endamê Parlamentoya Benelûxê Mark Hendrîx, Endamê Parlamentoya Ewropayê Costas Mavrîche, Endamê Parlamentoya Ewropayê Jûlîe Word, Hevseroka AABF Fatma Bîçîcî, Nivîskar-Rojnamevan Dogan Ozguden û Sûat Bozkûş jî amade bûn.

SARIYILDIZ: ERDOGAN MÎNA HÎTLER, MÛSSOLÎNÎ YE

Di daxuyaniya çapemeniyê de ku li Qada Schûmanê hat lidarxistin, li ser navê HDP’ê Parlamenterê Şirnexê Faysal Sariyildiz axivî, bal kişand ser zextên li ser partiya xwe, destnîşan kir ku ev sepanînên qirker ên rejîma faşîst in û wiha dewam kir;

“Niha tevî hevserokên partiya sêyemîn a Meclîsê, 12 parlamenter girtî ne. Deriyê partiya me hatine şikandin, bi zorê ketine navenda me ya giştî û binçavkirin pêk hatine. Ev qirkirinek siyasî ye. Di parlamentoya Tirkiyeyê de pîvana ku serwerî ya gel e careke din hatiye binpêkirin. Li Tirkiyeyê îro serwerî ne ya gel e., ya Serokkomar Erdogan û desthilatdariya AKP’ê ye. li Tirkiyeyê  dixwazin bi zext û tundiyê HDP’ê tasfiye bikin.”

Sariyildiz Erdogan şiband Hîtler û wiha pê de çû; “Biryarnameyên bi fermana Erdogan, dişibin biryarnameya ku Hîtler 28’ê Sibata 1933’yan derxistibû. Parlamenter û hevşaredarên HDP’ê niha rehîn hatine girtin û dengê medyaya mûxalîf tê qutkirin. Di şevekê de bi hezaran kedkarên gelemperî hatin îxraçkirin. Tirkiye dişibe Elmanyaya Hîtler, Îspanyaya Franco û Îtalyaya Mûssolînî.”

HENDRÎX: KIRYAR FAŞÎZM E

Endamê Parlamentoya Benelûxê Mark Hendrîx jî bal kişand ser êrîşên li dijî HDP’ê û wiha ragihand; “Ev şerma Tirkiyeyê ye. Ev ne li gor ti pîvan û exlaqî ne. Kiryar faşîzm e. Ji ver vê pênaseyê bi kar tînim şerm dikim. Dixwazim diyar bikim ku piştgiriya HDP’ê dikim.”

 MAVRİCHE: HDP JI BO TEVAHÎ BINDESTAN TÊDIKOŞE

Endamê Parlamentoya Ewropayê Costas Mavriche jî têkoşîna HDP’ê şiband têkoşîna li dijî rejîmên Hîtler û Mûssolînî û wiha dom kir; “HDP, îro li dijî faşîzmê têkoşîna mirovahiyê dimeşîne. HDP’ê ne tenê têkoşîna Kurdan, têkoşîna Elewiyan, Asûrî-Suryaniyan, Tirkan, têkoşîna bindestan dimeşîne. Bijî Kurdistan.”

WORD: DEWLETA TIRK NAXWAZIN BÛYER EŞKERE BIBIN

Endama Parlamentoya Ewropayê Julîe Word jî bal kişand li ser şerê li Kurdistanê û got dewleta Tirk naxwaza bûyer ji hêla ti kesî ve bê zanîn û ji bo vê jî zextan dike.

BIÇÎCÎ: DIVÊ HER KES DAKEVE KOLANAN

Hevseroka AABF Fatma Bîçîcî jî destnîşan kir ku Tirkiye ber bi şerê navxweyî diçe û wiha axivî; “Girtina Hevserok û parlamenterên HDP’ê vê nîşan dide. Divê her kes li gor vê dakeve kolanan û têbikoşe.”

...