Li Edeneyê 120 kes hatin binçavkirin, 30 jê zarok in

Li Edeneyê 120 kes hatin binçavkirin, ku 30 ji wan zarok in. Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Huseyîn Beyaz jî yek ji binçavkiriyan e.

Li Edeneyê di nava 5 rojên dawî de 120 kes di serdegirtina malan û xwepêşandanan de hatin binçavkirin, ku 30 jê zarok in. Yek ji binçavkiriyan jî Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Huseyîn Beyaz e.

Herî dawî li Ceyhanê zarokê bi navê A.K. ku hat îdîakirin dema xwest bombeya deng bavêje bombe bi destê wî ve teqiya û ji ber vê yekê destê wî yê rastê jê bû, hat binçavkirin.

Li gorî agahiyan, hin ji zarokên hatine binçavkirin astengdar in, li ser bedena hin ji wan şopên lêdanê hene. Tevî van îdîayan jî zarok hê di binê çavan de ne.