Li 8 navendên Ewropayê darbeya AKP/Qesrê hat şermezarkirin
Li bajarên Parîs, Rennes, Strasboûrgê yên Fransayê; li bajarên Mannheîm, Hannover, Hambûrg, Klevê yên Almanyayê û li bajarê Torîno yê Îtalyayê darbeya AKP/Qesrê ya li dijî HDP'ê bi awayekî girseyî hat şermezarkirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
sêşem, 8 sermawezê 2016, 21:18
PARÎS
Li paytexta Faransayê Parîsê çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî girtina hevserok û parlamenterên HDP'î didomin.
Çalakiya ku li dijî faşîzmê bi banga eniya hevpar saet di 13.00'an de li ber Parlamentoya Fransayê hat lidarxistin, endamên Tevgera Jinên Kurd, SKB, HDK-F, CDK-F û ACTÎT'ê beşdarî wê bûn.
Di çalakiyê de ku pankartên li ser "Stop Erdogan", "Kurd li dijî Erdoganê despot li ber xwe didin" nivîsandî hatin vekirin, têkildarî girtina hevserok û parlamenterên HDP'î belavok hatin belavkirin. Di çalakiyê de banga ku divê Parlamentoya Fransayê li dijî faşîzma AKP'ê tewrê xwe nîşan bide hat kirin.
Çalakî bi dirûşmeyên wek "Ewropaya piştevanê kujer Erdogan" bi dawî bû.
RENNES
Li bajarê Rennesê yê Fransayê bi pêşengiya CDK-Rennes û Komeleya Jinê ya Zînê li ber Walîtiya Rennesê, êrîşên AKP/Qesrê yên li dijî HDP'ê hatin şermezarkirin. Kurdistaniyan bi Walîtiya Rennesê re jî hevdîtinek pêk anîn. Di hevdîtinê de ji walîtiyê hat xwestin ku, divê li dijî Tirkiyeyê mueyîdeyên leşkerî, dîplomatîk, siyasî û aborî pêk bên, divê sefîrên li Tirkiyeyê vegerin, muzakereyên endamtiya YE'yê rawestin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berdana parleamenterên HDP'î hat xwestin.
Walîtiya Rennesê jî anî ziman ku, wê daxwaz esas bên girtin û name bê nivîsandin. Hat diyarkirin ku, wê name ji Serokomar, Serokwezîr û Wezareta Karên Hundir a Fransayê re jî bên şandin.
Piştî hevdîtina bi walîtiyê re, çalakvan hatin agahdarkirin û çalakî bi dawî bû. Hat diyarkirin ku, wê roja çarşemê li Rennesê li Place de la Maîreyê saet di 17.00'an de çalakî bê lidarxistin. Her wiha wê di 12'ê Mijdarê de jî Kurdistanî û hevrêyên wan li Rennesê meşekê li dar bixin.
STRASBOÛRG
Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê jî operasyonên dîlgirtinê û qirkirina siyasî ya dewleta Tirk bi çalakiyekê hat protestokirin.
150 Kurdistanî û Fransiyên ku danê êvarî saet 18.00’an li Place Kleberê kom bûn, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wekîlên HDP’ê rakirin.
Çalakgeran li qadê gilover çêkirin, pankartên “Dest Nede Wekîlê Min-Îradeya Min” û “Tirkiye Rojava-Efrînê bombe dike, Ewropa bêdeng dimîne” vekirin.
Di çalakiyê de navên siyasetmedarên HDP û DBP’î hatin xwendin, girseyê jî bi dirûşmeya “Azadî” bersivandin.
Di daxuyaniyê de jî hate bibîrxistin ku di operasyonên qirkirina siyasî de ku bi qayûman pêş ket, herî dawî jî wekîlên HDP’î hatin hedefkirin. Di serî de Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî, bang li saziyên navneteweyî hat kirin ku li dijî faşîzma Erdogan bikevin nav liv û tevgerê.
Çalakiya ku nêzî saetekê dewam ki bi dirûşmeyan bi dawî bû.
MANNHEIM
Li bajarê Mannheîmê yê Almanyayê jî, ji bo balê bikşînin ser êrîşên li dijî HDP'ê stant hat danîn. Her wiha serdana hemû saziyên sivîl jî hat kirin û dosya berpêşî wan hat kirin.
Li bajêr Meclîsa Jinê ya Ronahî-Berîvanê jî serdana Televîzyona RNF'yê kirin û der barê rewşa dawî de agahî dan. Her wiha endamên meclîsê ji bo şopandina meşa wê sibehê saet di 17.30'an de bê lidarxistin bang li qenala TV'yê kirin.
Rayedarên TV'yê anîn ziman ku, ji ber li Almanyayê azadiya çapemeniyê heye, ew ê bêdeng nemînin û ew ê polîtîkaya ku Erdoganî dimeşîne di çapemeniyê de cih bidinê.
Her wiha ji bo Rojnameya Mannheîmer Morgenê ya li heman avahiyê ye jî dosye hat berpêşkirin.
WÊ SIBÊ MEŞ BÊ LIDARXISTIN
Her wiha wê sibehê Kurd li Mannheîmê çalakiyekê li dar bixin. Girseya ku wê saet di 17.30'an de li Paradaplazê kom bibe, wê meşekê li dar bixe. Meş ji aliyê Navenda Civaka Kurd û Yekîtiya Hêza Demokratîk a Mannheîmê tê organîzekirin.
HANNOVER
Li bajarê Hannoverê jî, li ber Parlamentoya Eyaleta Nîdersachsenê mîtîngek hay lidarxistin. Li mîtînga ku Kurdistanî û hevrêyên wan beşdarî wê bûn, heyetek jî ji bo hevdîtinê serdana Parlamentoya Eyaleta Nîdersachsenê kir.
Di mîtîngê de dem bi dem dirûşmeyên wek "Dîktator Erdogan", HDP gel e, gel li vir e", "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Di mîtîngê de posterên parlamenterên HDP'î, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên HDP'ê hatin hilgirtin.
Di hevdîtinê de têkildarî girtina parlamenterên HDP'î, tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên DBP'î, êrîşên li dijî çapemeniya azad û muxalif agahî hatin dayîn.
Di mîtîngê de bang hat kirin ku 10'ê Mijdarê saet 16.00'an li Celleyê û di 12'ê Mijdarê de li Kolnê tevlî meşê bibin.
HAMBÛRG
Kurdistanî û hevrêyên wan ên li Hambûrgê dijîn, ji duh ve ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî HDP'ê çalakiyan li dar dixin. Îro çalakî li ber Parlamentoya Hambûrgê hat lidarxistin. Piştî mîtînga li ber Parlamentoya Hambûrgê, Kurdistanî û hevrêyên wan meşek li dar xistin.
Di meşa ku herî zêde jin û ciwanan tê de cih girt de, li ser navê DKTM'a Hambûrgê parlamentera HDP'ê ya berê Sevahîr Bayindir axivî. Bayindir got, ew ê li dijî terora Erdoganî heta dawiyê çalakiyan li dar bixin.
Parlamenterê Partiya Çepgir Martîn Dolzer jî anî ziman ku, divê dewletên Ewropî piştevaniya rejîma AKP'ê nekin.
Li ser navê NAV-DEM'ê jî Yavûz Fersoglû jî diyar kir ku, ew ê wek Kurdistaniyan li dijî derbeyê tim li ber xwe bidin û çalakiyên xwe bidomînin.
Piştî axftinan girse dest bi meşê kir. Meş li heta Gansemarktê domiya û bi berzkirina dirûşmeyên wek "Kujer Erdogan" û "Terorîst Tirkiye" bi dawî bû.
Wê sibê Kurdistaniyên li Hambûrgê saet di 16.00’an de Mönckebergstrasseyê li ber ’ Saturnê çalakiya rûniştinê li dar bixin.
Ji bo meşa wê dawiya hefteyê li Kolnê bê lidarxistin jî, wê ji gelek semtên Hambûrgê otobês rabin.
KLEVE
Li bajarê Kleveyê jî êrîşên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê bi meşekê hatin şermezarkirin. Meş û mîtînga ku Meclîsa Gel a Kleveyê amade kir, nêzî 200 kes beşdarî wê bûn. Girseya ku li kolana herî qelebalix a bajêr hatin gel hev, êrîşên qirkirina siyasî şermezar kirin.
TORÎNO
Li bajarê Torîno yê Îtalyayê jî Kurdistanî û dostên wan li dijî darbeya li ser HDP’ê meşek protestoyî li dar xistin. Di meşê de ku heta Raî TV dewam kir, dirûşmeyên li dijî êrîşên AKP/Qesrê hatin berzkirin.