Êrîşên li dijî HDP'ê li Swîsreyê hatin şermezarkirin
Li bajarên Frîboûrg û Baselê yên Swîsreyê, li dijî girtina Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka DBP'ê Sebahat Tûncel û parlamenteran, çalakî hatin lidarxistin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
çarşem, 9 sermawezê 2016, 07:50
Li bajarên Frîboûrg û Baselê yên Swîsreyê, li dijî girtina Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka DBP'ê Sebahat Tûncel û parlamenteran, çalakî hatin lidarxistin.
FRÎBOÛRG
Girseya gel a li ber Stasyona Trenê ya Navendî ya bajarê Frîboûrgê li hev civiya, mîtîngek lidar xist.
Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Parlamenterê Partiya Sosyalîst ê Kantonê Jean Françoîs Steîert li mîtîngê axivî û girtina Hevserokên HDP'ê û parlamenteran şermezar kir. Steînert xwest, parlamenter derhal bên berdan.
Steîert her wiha hikûmeta Swîsreyê rexne kir ku çekan difiroşe Tirkiyeyê û got, "Bi çekên me xwişk û birayên me yên Kurd tên kuştin. Ev ne ya qebûlkirinê ye. Em ê piştgiriyê bidin çalakiyên demokratîk û em ê li qadan bin."
Kurdistanî û dostên wan piştî mîtîngê heta Place Georges Pythonê bi meşaleyan meşiyan. Li vê derê bi zimanê Fransî belavokek hat xwendin û li ser navê DEM-KURD û HDK Bernê axaftin hat kirin. Qisekeran dan xuyakirin, ku ew ê berxwedana xwe ya li dijî zext û girtinan geş bikin û çalakiyên xwe bidomînin.
Çalakî bi qîrîna dirûşman qediya.
BASEL
Çalakiya li Baselê jî li ber avahiya Meclîsa Kantona Baselê pêk hat. Kurdistanî û dostên wan operasyonên qirkirina siyasî şermezar kirin.
Meclîsa Jinê ya Ronahî, Meclîsa Gelê Kurd a Baselê, hunermendên Navenda Çanda Med a Baselê, Partîzan, MLKP, HDK-Basel, Platforma Piştgiriyê ya Baselê û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li Swîsreyê beşdarî mîtîngê bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û parlamenteran dirûşmên piştgiriyê hatin qîrîn. Griseya gel ji bo PKK û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan anbe" "Bijî YPG-YPJ" û "PKK" qîriya.
Li ser navê DEM-KURD'ê belavokeke bi zimanê Elmanî li vir hat xwendin û hat destnîşankirin, ku polîtîkayên zextê wê nikaribin bi Kurdan û banga xurtkirina têkoşîna li dijî êrîşên faşîst hat kirin. Hat ragihandin, ku têkoşîna wan wê heta encamgirtinê bidome. Piştî axaftinan, çalakî qediya.