Tûncel sirgûnî Girtîgeha Sîlîvriyê hate kirin
Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP)Sebahat Tûncel piştî ku hat girtin, ji Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Amedê sirgûnî Girtîgeha Sîlîvriyê ya Stenbolê hat kirin.
Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP)Sebahat Tûncel piştî ku hat girtin, ji Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Amedê sirgûnî Girtîgeha Sîlîvriyê ya Stenbolê hat kirin.
Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP)Sebahat Tûncel ku li ber Edliyeya Amedê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibû binçavkirin, pêr hatibû sewqkirin.
Tûncel a bi îdîayên “endama rêxistina çekdarî ye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Hakimtiya Ceza Sûlhê hatibû kirin hat girtin û şandibûn Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Amedê.
Tûncel a domahiya 2 rojan li vir hat girtin, îro sirgûnî Girtîgeha Sîlîvriyê ya Stenbolê kirin.