Li Elmanyayê çalakiyên li dijî êrîşên qirkirina siyasî yên li hemberî gelê Kurd û HDP'ê, dewam dikin. Wê li gelek bajaran çalakî bên lidarxistin. NAV-DEM, YJK-E, HDK-A û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ji bo van çalakiyan banga tevlîbûnê kirin.
NAV-DEM'ê li ser mijarê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Li dijî polîtîkayên çeteyên AKP/Qesrê yên li dijî siyasetmedarên Kurd, ji bo xwedîderketina li vîn û rûmeta xwe, em çalakiyên xwe yên bênavber dewam bikin."
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
"Ji bo teşhîrkirin û sekinandina pêkanînên faşîzan ên çeteyên AKP/Qesrê, ku li dijî nirxên gelê me, vîn û azadiya me dike, weke NAV-DEM'ê em banga dewamkirina çalakiyên bênavber dikin.
Roj ji bo me ne roja sekinandinê ye. Roj roja berxwedan û têkoşîna bi rûmet e. Di şexsê siyasetmedarên Kurd, Hevserok û parlamenterên HDP'ê, dixwazin paradîgmaya jiyana nû û biratiya gelan, azadî û wekheviyê dîl bigirin. Weke saziyên Kurd, Tirk, Laz, Çerkes, Asûrî-Suryanî, Ermenî, bawermendên Elewî, Xiristiyan, Misilman û Êzidî, ji bo avakirina jiyaneke azad, wekhev û hevpar, em ê li dijî faşîzma AKP'ê, dîktatoriya RTE û sîstema tekpar3ez a dewletê bi hev re li ber xwe bidin û faşîzmê ji holê rakin."
NAV-DEM, YJK-E, HDK-A û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ji bo çalakiyan bang li welatparêz, şoreşger û demokratan kir ku bi xurtî tevlî bibin.
CIH Û DEMA ÇALAKIYAN
Li gorî daxuyaniyê, çalakî wê li van cihan bên lidarxistin:
STÛTTGART
Wê roja Çarşemê (îro) saet di 12:30 de dosyayek radestî parlamentê were kirin. Bi heman armancê wê di 9-10-11'ê Mijdarê de ji bo sê rojan konê agahdarkirinê were vedan û danê êvarê jî mîtîng bê lidarxistin. Konê agahdarkirinê wê li Schlossplatzê saet di navbera 14:00-19:00 de bê vedan.
NURNBERG
Li Hallplatzê wê roja Çarşemê (îro) saet di 18:00 de mîtîng were lidarxistin, daxuyanî bê dayîn. Roja Înê jî wê ji Japopplatzê meşeke mezin dest pê bike.
DUSSELDORF
Li pêşiya Konsolosxaneya Fransayê (Martin-Luther Platz 26) wê roja Çarşemê (îro) di van kêliyan de meşekê dest pê bike û heta parlamentê bidome.
DRESDEN
Roja Çarşemê (îro) saet di navbera 11:00-16:00 de li Albertplatzê kon were vedan.
FREÎBÛRG
Li Freîbûrgê wê rojên Çarşem (îro), Pêncşem û Înê li Kaîser Joseph Str. saet di navbera 12:00-17:00 de kon were vedan.
MANNHEÎM
Li Mannheîmê wê roja Çarşemê (îro) ji Paradeplatzê meşek dest pê bike û saet di 17:30 de mîtîng were lidarxistin.
WÎESBADEN
Li Wîesbadenê wê roja Pêncşemê (sibe) saet di 17:00 de li Maûrîtîûsplatz mîtîngek bê lidarxistin.