Li Stockholmê ji bo azadiya Ocalan çalakî

Li Stockholmê endamên Ciwanên Azad ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin.

Li paytexta Swîsre Stockholmê endamên Ciwanê Azad ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta bi gotinên cuda cuda yên Ocalan li ser nivîsî bû, li gelek rêyên qelebalix ên Stockholmê hatin daliqandin.

Endamên Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad tecrîda girankirî ya li ser Ocalan şeremzar kirin û diyar kirin ku wê çalakiyên azadiya ji bo Ocalan xurt û bilind bikin. Ciwanên Azad bang li ciwanên li Ewropa kir ku li derdorî Ocalan bibin yek.

Her wiha Ciwanên Azad ji bo çalakiya meşa dirêj a ku wê 11 Sbatê ku li Îskandinavyayê bê lidarxistin banga başdariyê kir.