Girtîyên li Îzmirê: Êşkencê li me dikin, dibe ku me bikujin jî!

Girtiyên Siyasî yên li Îzmîrê diyar kirin ku êşkencê li wan dikin û dibe ku wan bikujin jî, banga bihistyariyê li gel kirin.

Girtiyê li Girtîgeha Şakran a Tîpa T a Îzmîrê bi rêya telefonê agahî dan malbatên xwe diyar kirin ku êşkenceya fîzîkî li wan dikin, jiyana wan di xeteriyê de ye û metirsî heye ku wan bikujin jî.

Girtiyê ku nexwest navê xwe eşkere bike, bang li raya giştî û saziyên mafê mirovan kir ku li dijî faşîzma li girtîgeha Şakranê û tevahî girtîgehan bikevin nava liv û tevgerê.

Girtiyê li Şakranê diyar kir ku ji bo êşkenceya psîkolojîk, mehê çend caran qawîş û blokan bi girtiyan didin guhertin û di qawîşên 6 kesî de 18 kes dimînin. 3 meh in girtî dernexistine qadên hevpar û destûrê nadin girtî hev bibînin, bêhnê bistînin û sporê bikin. 

'DERMAN NADIN GIRTIYÊN NEXWEŞ'

Girtî ev tiş anî ziman: "Kiryarên dij mirovatiyê mîna xwarinên ku nayên xwarin didin, pirtûk û nameyan nadin, her wiha; sarbûn û pêwîstiyên rojane, alav û amûrên malbat dişînin jî nadin. Vê yekê bi bersiva pêwîstiyên xwe ji kantînê bikirin didin nîşandan."

Girtiyê ku nexwest navê xwe diyar bike, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got derman nadin, wan naşînin nexweşxanê. Serlêdanên wan jî bê bersiv dihêlin. Digel jiyana nexweşan, jiyana tevahî girtiyan di xetereke mezin de ye. Dibe ku komkujiyekê jî bikin.