'Dozger hate îxrackirin; darizandin nabe bidome'

Parêzerê Akar ku parastina 'Doza Sereke ya KCK'ê dikir anî ziman, dozgerê ku gilîname amade kir hatiye îxrackirin û got, "Ev rewş bi mantiqekî hiqûqî nikare were vegotin."

"Doza Sereke ya KCK'ê" ku 2009’an li Amedê ji hêla hikûmeta AKP’ê û Cemeata Gulen ve hatî organîzekirin û di nav wan de Hevserokên KCD’ê Hatîp Dîcle, Leyla Guven, Hevserokê DBP’ê Kamûran Yuksek, hevşaredarên girtî Firat Anli û Ahmet Turk jî heyî 154 siyasetmedarên Kurd dihatin darizandin, rûniştina 69’an li Dadgeha Cizayê Giran ê 2. a Amedê pêk hat. Di rûniştinê de parêzerê Veysî Akar ê girtî hazir bû.

Akar diyar kir, parastina wî ya têkildarî dozê, ji hêla meqamê îdaayê ve di nav mutaleaya esasî ya dozê de nehatiye bicihkirin. Akar da xuyakirin, hevdîtinên bi telefonê yên di gilînameyê de hatiye berovajîkirin, gotin ji nava axaftina wî hatiye neqandin û gotina "Rêxistina Navçeya Sûrê ya DTP’ê" ya di telefonê de weke "rêxistin" hatiye berevajîkirin û ev kirine "Rêxistina KCK’ê". Akar xwest ku serbest were berdan.

'COT STANDARTÎ'

Parêzerê Akar wiha got: "Hêla siyasî ya vê dozê ji hêla wê ya hiqûqî li pêştir e. Dozger Ismaîl Aksoy ku gilînameya vê dozê amade kirî ji lêpirsîna ‘’FETO/PDY’ ji kar hatiye kirin. Şîke ji ber sedema dozên Ergenekonê û Balyozê hate xistin. Li hêlekê tu yê kirinên endamên cimetê tine bihesibînî û ji hêla din ve jî tu yê darizandina vê dozê bidomînî. Ev rewş bi mantiqekî hiqûqî nikare were vegotin. Em li bendê ne ku ev cotstandartî were vegotin."

Rûniştin piştî nîvro wê berdewam bike.