'Ne rojnamevan, divê e-postayên Albayrak bên gotûbêjkirin'

Saziyên Rojnamevaniyê, ji bo 6 rojnamevanên ku piştî 24 rojan di bin çavan de mabûn û sewqî edliyeyê hatin kirin daxuyaniyek da. Rojnamevanan diyar kirin divê li meqamê dozgeriyê "Ne rojnamevan, îdîayên di derbarê Berat Albayrak de bên lêkolînkirin."

Midûrê Nûçeyan DÎHA yê Amedê Omer Çelîk û Nûçegihanê Stenbolê Metîn Yoksûn, Midûra Berpirsaa ETHA'yê Derya Okatan, Edîtorê berê yê Dîkenê Tûncay Ogreten, ji Rojnameya BîrGun Mahîr Kanaat, Xwediyê Îmtiyazê ya Rojnameya Yolcûlûk Sray Sargin ên ku têkildarî e-postayên Wezaîrê Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê Beray Albayrak, nûçe amade kiribûn û di 25'ê Kanûnê de hatibûn binçavkirin, îro sewqî Edliyeya Çaglayan a Stenbolê hatin kirin. Saziyên çapmeniyê yên hempîşeyên wan ji bo bên berdan li pêşiya avahiyê kom bûn, carekî din diyar kirin ku rojnamevanî ne sûc e. Di çalakiya li vir hate lidarxistin de malbatên rojnamevanan, Rêveberê Navenda Giştî ya Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) Can Ûgûr, Serokê Giştî yê Basin-Îş Farûk Eren, ji Însyatîfa Ez Rojnamevanim Mehveş Evîn, Nûnerên Saziyên rojnamevanên ku hatine girtin û gelek partiyên siyasî û girseyên demokrat beşdar bûn. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Ji bo Rojnamevanan Azadî" hate vekirin. Bi yek dengî dirûşma "Çapemeniya azad nayê bêdeng kirin" qîr kirin. Di çalakiyê de destpêkê Edîtora ETHA'yê Arzû Demîr axivî.

DEMÎR: EM LI PIŞT HEMÛ NÛÇEYAN IN

Demîr, bi bîr xist ku Oktana ji ber vê bêmafî û kiryarên kêfî ev 24 roj in di grevê de ye. Demîr destnîşan kir ku di nava 24 rojan de têkildarî lêpirsînê ti kar nehatine kirin, tênê îfadeya polîsan hatiye girtin. Demîr got: "Em şahidin ku hempîşeyên me tenê karê rojnamevaniyê dikin, li gel wan me li van eywanên edliyeyê, salonên dadgehê û li gelek navendên Stenbolê nûçe şopandine. Ev nûçe ne nûçeyên ku jiyana takekesî ya Berat Albayrak girtine dest, nûçeyên ku têkiliyên bazirganiya petrolê yên bi DAIŞ'ê re raxistine ber çavan." 

DEMÎR: EM BINÇAVKIRINA NAS NAKIN'

Nûçegihana DÎHA'yê ya ku hatibû girtin Necla Demîr jî diyar kir ku ji ber ku karê rojnamevaniyê kirine hempîşeyên wan hatine binçavkirin, Yoksû û Çelîk rojnamevanên ku ti demê kamerayên xwe bernedane û demên dirêj têkoşîn dane meşandin. Demîr wiha anî ziman : "Em binçavkirina bêhiqûqî ya li hember rojnamevanan nas nakin. Eger ku hevalên me bên berdan jî wê dîsa jî nûçeyan bişopîn in."

ÛGÛR: BI PÊKANÎNÊN KÊFÎ Û KIRINA HEDEF HATIN BINÇAVKIRIN

Rêveberê Navenda TGS'ê Can Ûgûr jî wiha got: "6 hempîşeyên me ji ber pêkanînên kêfî yên desthilatdariyê û çapemeniya alîgir ku kirin hedef ku 24 roj in di bin çavan de ne. Em şahidên karê hevalên xwe ne, daxwaz dikin ku bi lezgînî bê berdan."

EREN: BILA BÊN BERDAN

Ji DÎSK/Basin-Îş'ê Farûk Eren, destnîşan kir ku binçavkirina 24 rojan bi serê xwe êşkence ye, daxwaz kir ku rojnamevan bi lezgînî bên berdan.

Pişît axaftina rojnamevanan li ber deriyê dozgeriyê bi yek dengî gotin : "Bila hevalên me bi lezgîn bên berdan, bila îdîayên sûcê şer ên di emaîlên Berat Albaryak bên lêkolînkirin."