Rojnamevanên ku hatin girtin şandin girtîgeha Metrîsê
3 rojnamevanên ku hatin girtin, şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa R a Metrîsê. Rê nedan ku ne malbat wan bibîne û ne jî alavan radestî girtiyan bikin.
3 rojnamevanên ku hatin girtin, şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa R a Metrîsê. Rê nedan ku ne malbat wan bibîne û ne jî alavan radestî girtiyan bikin.
Midûrê Nûçeyên DÎHA'yê ya ku hate girtin Omer Çelîk, Nivîskarê Dîken Tûncay Ogreten û Berpirsê Muhabereya Rojnameya BîrGun Mahîr Kanaat ên ku têkildarî emaîlên Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê Berat Albayrak ku ji aliyê Redhackê ve hatin eşkerekirin kiribûn nûçe û 25'ê Kanûna 2016'an hatibûn binçavkirin û piştî 24 rojên di bin çavan de, duh hatin girtin û şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa R a Metrîsê.
Piştî ku rojnamevan şandin girtîgeha Metrîsê û şûn de malbata Çelîk îro ji bo hevdîtinê çûn girtîgehê. Lê rê nedan ku malbat bi Çelîk re hevdîtinê bike. Her wiha rê neda ku alavên ji bo Çelîk jî anîn radest bikin. Bi hinceta ku, "Wê çend roj din sewqî Girtîgeha Sîlîvriyê bên kirin, li wir hûn dikarin radest bikin."