Meclîsa Gel a Gavleborgê kongreya xwe ya 8. lidar xist
Meclîsa Gel a Gavleborgê, ku li herêma Dalarna ya Swêdê dixebite, kongreya xwe ya 8. pêk anî.
Meclîsa Gel a Gavleborgê, ku li herêma Dalarna ya Swêdê dixebite, kongreya xwe ya 8. pêk anî.
Nûnerên 4 pêkhateyên meclîsê; Komuna Jinê Warşîn, Komuna Sandvîken, Komuna Bollnas û Komuna Soderhamnê tevlî kongreyê bûn. Di kongreyê de xebatên meclîsê yên li herêma Dalarnayê hatin nirxandin. Rewşa li Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin nirxandin û hat destnîşankirin, ku ji bo xurtkirina piştevaniyê divê ew xebateke bi bandor bimeşînin.
Piştî hilbijartina heyeta dîwanê û deqeyeke rêzgirtinê, Zozan Rojavayî axivî û rewşa li Rojava û Bakurê Kurdistanê nirxand. Rojavayî anî ziman, gelê Kurd li her qadê xwedî siyaset û îradeyê ne destnîşan kir, ku ev yek wê di demeke nêz ve guhere statuyê û desthilatdariya Erdogan têk bibe.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê Hamît Bîten jî li ser ser girîngî û wezîfeyên meclîsê sekinî. Bîten da xuyakirin, ku divê meclîs wan xebateke li rojeva Kurdistan û Rojhilata Navîn ê, amade bike.
Endamê Desteya Rêveber a Kooperatîfa Parvekirin û Hilberînê Komagene Battal Batte anî ziman avabûna kooperatîfê, di rêxistinbûna gelê Kurd de qonaxeke nû ye. Batte diyar kir, ji bo bi se xistina vê qonaxê, erk û berpirsyarî dikeve ser milê her kesî.
Piştî xwendina rapora xebatê, rexne-rexnedayîn û pêşkêşkirina pêşniyaran, ji bo diyarkirina rêveberiya nû hilbijartin hat kirin. Di encamê de endamên 6 komîsyonan hatin hilbjiartin û Cazya Alma û Mahmût Tak weke Hevserokên Meclîsê hatin diyarkirin.