Ciwanên Azad: Em bi giyanê berxwedanê xwe berdin qadan!

Ciwanên Azad, di çarçoveya kampanya 'Azad Bike' de ji bo meşa dirêj a ber bi Strasboûrgê ve banga tevlêbûnê kir.

Koordînasyaona Ciwanên Azad têkildarî kampanyaya 'Azad bike' daxuyaniye nivîskî da û banga tevlêbûnê kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin bi sedan sal in ku li ser gelên Rojhilata Navîn polîtîkayên şer têne kirin lê êdî gelê Rojhilata Navîn li dijî van polîtîkayan bûye xwedî perpeketîfeke berxwedanê û wiha hate gotin: "Ev perspektîf jî xeta berxwedanê ya têkoşîna Kurdistanê ye  ku Rêber Apo derxistiye holê. Di serî de gelê Kurd, hemû gelên çewisandî li ser vî esasî li dijî faşîzmê wê li her deverê şer bike."

'SEDEMA ŞER …'

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Modêla mirovê azad ê ku Rêber Apo afirandiye, divê ji bo me bibe sedema şer" û bi berdewamî wiha hate gotin: "Zarok, dayikên ku li Kurdistanê têne kuştin, bajarên me yên ku têne talankirin, ji bo me divê bibe sedema şer. Pêkanîna azadiya Rêber Apo ku em ji ber nemanê xilas kirine û ji bo azadkirina me bi salane xwe daya gelê xwe, divê ji bo me sedema şer be."

Di daxuyaniyê de hate gotin divê ciwanên şoreşger-welatparêz ên ku li Ewropayê dijîn erka xwe bi cih bînin û wiha hate gotin: "Em di serî de azadiya Rêbertî, li gel afirînera sereke ya jiyanê, bi jinê re, ji bo Kurdistanê azad bikin me kampanyaya AZAD BIKE daye destpêkirin. Em weke  Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad bang li her kesî dikin ku ji xwe re welatparêz, şoreşger, enternasyol dibêjin, vê kampanyayê ji xwe re esas bigirin û bi giyanekî serferberiyê xwe bera qadan bidin û çalakiyan li dar bixin. Dema wê hatiye ku em mirovên azad, jiyana azad a ku Rêbertiyê pêk aniye, biafirînin."

BANG

Koordînasyona Ciwanên Azad dawiyê ev bang kir: "Em ê redkirina jiyana kapîtalîst û hemû pergalên ku bi hişmendiya zilamserweriyê hatine avakirin, ji bo avakirina jiyana azadîxwaz a Rêber Apo, ji bo tinekirina hişmendiya komkuj a faşîst û nokeran û li dijî hêzên hegemonîk ên ku navenda hemû şeran in, ji xwe re weke sedema şer bibînin. Li ser vê bingehê em dibêjin, 'Serok Apo Azad bike, Kurdistanê Azad bike, Jiyanê Azad bike'.

Em bang li her kesî dikin ku tevlî meşa dirêj a ber bi Strasboûrgê ve bibin, ku bi mebesta şermezakirina komployê tê lidarxistin.

Em giyanê berxwedanê yên ku Çiyager, Harûn, Axîn û Nûdayan nîşan dayî ji bîr nekin û ber bi van giyanan ve biçin; em li dor Rêber Apo bicivin, têkoşînê geş bikin."