Li Stockholmê ji bo azadiya Ocalan çalakî
Li paytexta Swîsre Stockholmê ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî çalakî hatin lidarxistin.
Li paytexta Swîsre Stockholmê ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî çalakî hatin lidarxistin.
Li ser banga TJK-E'yê Konseya Jinên Kurd a Amarayê li qada pêşiya avahiya Parlementoyê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta "Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statû" hate vekirin, her wiha al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilindkirin.
Di dema çalakiyê de heyetek ji nûnerên Navenda Civaka Demokratîk a Swîsre û Konseya Jinên Kurd a Amarayê pêk dihat, ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên li Kurdistanê li avahiya Parlementoyê bi Berdevkê Polîtîkaya Deve ya Partiya Çep Hans Lînde re civînek pêk anîn.
Heyetê destnîşan kir ku kilîda çareseriya pirsgirêka Kurd, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û fikarên cidî yên gelê Kurd di derbarê Ocalan de hene û her wiha bi milyonan Kurdên ku Ocalan weke Rêberê xwe dibînin, tecrîda girankirî ya li ser qebûl nakin.
Berdevkê Polîtîkaya Derve ya Partiya Çep Hans Lînde jî bi bîr xist ku operasyon û girtinên li Kurdistan û Tirkiyeyê tên kirin rewşên pir bi fikar in û ji bo tiştên pêwîst bê kirin li gel Serokê Partiya Çep Jonas Sjostedt gotûbêj kirine.
Lînde diyar kir ku mijarên ku gotûbêj kirine wê di parlementoyê de bike rojev û ji bo di raya giştî de jî deng vede, wê şêwazên çalakiyan jî di nav partiyê de gotûbêj bikin.
Heyetê piştî hevdîtinê, 3 pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ku wergerandine zimanê Swîsreyî diyarî Lînde kirin.