DMME'ê têkildarî 'Ceylan Onkol' biryareke balkêş da

DMM'ê bersiva neyênî da serlêdana malbata Ceylan Onkol a ku ji hêla leşkerên Tirk ve li Licê hatibû qetilkirin.

Ceylan Onkol a 12 salî di 28’ê Îlona 2009’an li gundê Şenlik ê Licê ya Amedê dema ku pezê xwe diçêrand, bi topeke ku ji Qereqola Yaylayê ve hatî avêtin hatibû qetilkirin. Malbata Ceylan Onkol serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû, lê dadgehê di mijarên binpêkirina heqê jiyanê de û di berpirsyariya lêpirsîna karîger de kêmasî nedîtin. Mafê malbatê heye ku di nav 3 mehan de ji bo îtîraz bike serî li Rêveberiya Bilind bide.

Her wiha her çendî ji DMME’yê hatibû xwestin ku ji hikûmetê, ji ber sedema êşa manewî ya malbatê kişandî, parastinê bixwaze jî di biryarê de têkildarî îdîayê tiştek nebû.

BERIYA BI 7 SALAN SERLÊDAN KIRIBÛ

Malbata Onkal 8’ê Cotmeha 2010’an serî li DMME’yê dabû. Gulana 2012’an ji ber sedema ku lêpirsîn bi karîgerî nehatiye kirin û ne bêalî bûye, daxwazên kûrkirina lêpirsînê ji ber ku nehatibû qebûlkirin û li gel dema ku Li sere derbas bûye, ji ber ku doz nehatiye vekirin, ji ber ku gumanbar nehatine dîtin, dîsa serî li DMME’yê dabû.