Li Mûsilê du herêmên din ji DAIŞ'ê hatin rizgarkirin

Li rojhilatê bajarê Mûsilê taxa Taze û navçeya Bab El-Şemis ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin.

Fermandarê Odeya Operasyona 'Em hatin ey Nînova' Ebdulemîr Reşîd Yarella bi daxuyaniyek nivîskî de ragihand ku li aliyê rojhilatê Mûsilê taxa Taze, Navçeya Bab El-Şemis û bazara firotina lawiran ji çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin.

Yarella diyar kir ku li herêmên navborî derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê hatine xistin.

Duh Fermandariya Odeya Operasyonê, rizgarkirina çend taxên din li eniya rojhilat a Mûsilê yên weke taxa Şorte, Navenda Rewşenbîrî, Elkendî, Qeyrewan, Cemase û Tirba Nebî Yunis, ragihandibû.