'Siyaseta we ji bo çi be, hêza we jî ewqas e'

Berdevkê HDP'ê Bîlgen diyar kir, pirsgirêkên gelekî giran li pêşiya Tirkiyeyê ne û got, "Hûn siyasetê ji bo çi dikin, hêza we jî ewqas e. Eger hûn siyasetê tenê ji bo serokê partiyê dikin, hingî bê bêhna we biçike."

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, di civîna koma partiya xwe de, rojeva li welêt nirxand.

Bîlgen da xuyakirin, Meclîs di demeke gelekî zehmet de ye û gotina "Ev parlament bi vê rêziknameyê nameşe" ya Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan bibîr xist. Bîlgen got, "Eger guhertina destûra bingehîn bi rastî jî ji pîvana cihêtiya hêzan pêk hatibûya, wê çaxê çima Serokkomarek wê ji organeke ku erka qanûndanînê û kontrolê li ser navê gel dike, aciz bûya? Serokkomar ji çi yê parlamentê aciz e? Ji karê wê yê qanûndanînê ya jî ji karê wê yê kontrolê?"

TÊKÇÛNA ABORIYÊ

Bîlgen destnîşan kir, pirsgirêkên gelekî giran li pêşiya Tirkiyeyê ne û işaret bi daneyên bêkariyê kir ku ji aliyê TUÎK'ê ve hatin eşkerekirin. Bîlgen got, "Hejmarên heyî ji sala 2008'an û vir ve hejmarên herî nebaş in. Di nava salekê de 500 hezar kes bêkar bûne. Ji bo dagirtina valahiya xebitandinê, hema bêjin salane divê herî kêm 900 hezar cihên kar bên peydakirin. Yên vî welatî bi rê ve dibin, neçar in her sal ji 900 hezar kesî re kar bibînin. Lê belê ev rewşa giran a bêkariyê ne xema parlamentê ye."

Bîlgen bal kişand ser zêdebûna buhayê dolar li pêşberî TL, bandora neyînî ya vê yekê li ser karker, kedkar û welatiyan û got, "Di nava vê rewşa giran a aboriyê de, vê parlamentê hefteya xwe ya bihurî bi hewldana ji bo çêkirina destûreke bingehîn ji bo kesekî, derbas kir."

Bîlgen helwest û nêzîkatiya siyasetmedaran li pêşberî rewşa heyî bibîr xist û got, "Hûn siyasetê ji bo çi bimeşînin, wê hêza we jî ewqas be. Eger hûn siyasetê ji bo serokê partiyê dike, hingî bê bêhna we biçike."

ÎSTÎSMARA LI SÛRÊ

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen dîmenên hovîtiya di dema tehliyekirina sivîlan ji Sûrê de bibîr xist û got, "JOH-POH, kê dîmen kişandibe, em nizanin bê kê ferman daye. Her kesên ku tiştên anîn serê wan zarokan dîtin, divê ji mirovbûna xwe fedî bike."