Desteya Giştî ya Meclîsê, ji bo tora 2'emîn a guhertina Distûra Bingehîn li hev civiyan
Desteya Giştî ya Meclîsê, ji bo tora 2'emîn a guhertina Distûra Bingehîn li hev civiyan. 18 madeyên di pêşnûmeyê de pêşniyarên li ser madeyan tên girtin. Di desteyê de parlamenterê CHP’ê Akîf Hamza Çelebî ji derveyî mijarê mafê axaftinê girt, gotinên parlamenterên AKP û MHP’ê yên “Em diçin cem gel” rexne kirin û wiha got: “Em Serokkomar dihilbijêrin hemû tiştên din Serokkomar dihilbinêre.”
HDP: SEROKKOMAR ME WEKÎ HEDEF NÎŞAN DIDE
Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim, diyar kir ku serokkomar duh partiya wan hedef nîşan daye û wiha got: “Got ku em bi hêzên ku em ti caran têkiliyê bi wan re nadaynin, di nava têkiliyan dene. Li Hatayê li dijî 50 rêveberên me operasyon pêk anî. Serokkomar di referandumek nû de partiya me hedef nîşan dide û dixwaze hewayek nû biafirîne. Wekî 1’ê Mijdarê.”
Serokwekîlê Koma CHP’ê Ozgur Ozel jî balkişand ser bikaranîna dengê veşartî û wiha pêde çû: “Di pergalek wiha de ku hemû kes jê bawer dikin, em dixwazin hemû kes bibin xwediyê wê baweriyê ku dengan veşartî bidin.
'ÎKTÎDAR OHALÊ JI BO GUHERTINA QANÛNA ESASÎ BIKAR TÎNE'
Pêşniyarnameya HDP'ê ya îxlala mafên mirovan ku da meclîsê hat niqaşkirin. Di niqaşên hevdîtinê de Parlamenterê HDP'ê Mithat Sancar, diyar kir ku binpêkirina mafên mirovan ên niha ji yên 12'ê Îlonê zêdetir bûne û wiha got: "Derbarê înfazên bêdaraz û êşkenceyê de îdîayên mezin hene. Gelo kesên ji vê tabloyê serbilind hene? Partiya Îktîdarê Rewşa bêtir ji bo guhertina Distûra Bingehîn wekî maşik û pir bikar tîne. Tu heta îkdîdarê ku niha Rewşa Awarte rake tune. Di pergala ku niha tê pêşniyarkirin de cudahiya hêzan nayê pejirandin. Ger ku Serokkomar ji sedî 51 deng bistîne, wê hemû hêz têxe destê xwe. Ev wisa nabe. Ev pergala Yekperestiyê ye. Li dijî Yekperestiyê piranî heye. Navê vê vê yekê jî azadîparêzî ye. Gelo ew ji gotinên xwe bawer dike? "