Encu: Şikandina bîrdariyê tê wateya mikurhatina li sûcê xwe

Parlamenterê HDP'ê Encu nerazîbûn nîşanî rakirina Bîrdariya Roboskî da û got, "Rakirina Bîrdariya Roboskî, mikurhatina li sûcê xwe ye. Ev yek bê wijdanî ye."

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu, li ser şikandina Bîrdariya Roboskî ya li Amedê, ji Girtîgeha Kandirayê mesajek şand.

Encu da xuyakirin, Bîrdariya Roboskî ya li Parka Rojava ya li navçeya Peyas Amedê ji aliyê hunermendekî hêja ve hat çêkirin û got, "Lê belê mîmarê rastî yê vê bîrdariyê, ew kes in ku komkujî kirine. Ev komkujî ji aliyê organa herî bilind a dewletê ve hat organîzekirin û di encamê de 34 mirovên me yên sivîl hatin kuştin. Niha jî qeyûmê ku bi darbeya desthilatdariyê li Şaredariya Peyasê bi cih bû, bi makîneyên kar Bîrdariya Roboskî ji cihê xwe rakir.

Rakirina Bîrdariya Roboskî ji aliyê qeyûm ve, ragihandina vînekê ye. Ev vîn li xwe mikur tê. Ev yek mikurhatina li sûcê xwe ye. Ev bê wijdanî ye."

Encu bibîr xist, ku heman piştî komkujiyê Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan ku niha Serokkomar e, spasiya Serokatiya Fermandairya Giştî kiribû û got, "Têkildarî vê bûyera ku piraniya wan zarok 34 kes lê hatin kuştin, heta roja îro kesekî ceza negirtiye."

Encu diya rkir, rakirina bîrdariya li navçeya Peyasê, sûcdariya psîkolojîk a qeyûm radixe pêş çavan û got, "Ji bo bepirsyariya desthilatdariyê ya di komkujiyê de neyê bîra mirovan, ew bîrdarî ji wir rakirin. Lê belê bila zanibin, em kujeran nas dikin. Û heta kujer lêborînê bixwazin û bên cezakirin, wê Bîrdariya Roboskî ya di hişê mirovan de her bimîne."