ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Dûîsbûrg, Dûsseldorf û Lîege ji bo Ocalan çalakî
Li bajarê Dûîsbûrg, Dûsseldorf ên Elmanya û bajarê Lîêge yê Belçîkayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin. -
HDP ji hevdîtinên Destûrê vekişiya!
HDP’ê biryar da ku ji guherînên Destûrê yên îro vekişe -
Çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji Tirkiyê çûne Spanyayê hatin girtin
Li Spanyayê 3 çeteyên DAIŞ’ê yên ku xwe ji êrîşê re amade dikirin, hatin girtin. Diyar bû ku çeteyên DAIŞ’ê ji Tirkiyê çûne Spanyayê. -
Girtiyên li Girtîgeha Çankiri dest bi greva birçîbûnê dikin
Girtiyên ji doza PKK'ê yên li Girtîgeha Çankiri, ji ber ku li cihê lê tên girtin kamera hatine bicihkirin, roja Duşemê dest bi greva birçîbûnê dikin. -
Dozger dîsa bi parêzerên rojnamevanan re rûnenişt
6 rojnamevan ev 21 roj in di binê çavan de ne. Derya Okatan jî 21 roj in di greva birçîbûnê de ye. Lê belê dozgerê lêpirsînê Yasan Yilmaz, bi parêzerên rojnamevanan re rûnanê. -
Ji Luksembûrgê heta Strasboûrgê meşa dirêj a ji bo Ocalan
Di salvegera 18. a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de Kurdistanî wê ji Luksembûrgê heta Fransayê bimeşin, xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin û komployê şermezar bikin. -
Rojnamevan Semra Tûran li Çewligê hate binçavkirin
Nûçegihana DÎHA ya ku bi BHQ de hate girtin Semra Tûran bi îdîaya "Propagandakirina rêxistinê" ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. -
Dema ku belavoka 'Ji Serokatiyê Re Na' belav dikirin hatin binçavkirin
Li Edenyê 4 endamên Halevî ku belavokên 'Ji Serokatiyê Re Na' belavdikirin, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. -
Rojnamevan dîsa hatin mehkûmkirin!
Doza ji Ozgur Gundemê Ersîn Çaksû û Midûr Harûn Eplî ku dihatin darezandin, îro biryar hate eşkerekirin. -
Botan: AKP’ê li dijî Kurdî şer ragihand
Wekîlê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan, têkildarî guherîna destûrê ya di dema Rewşa Awarte de daxuyanî da. -
Di doza Ozgur Gundemê de biryara pêşî: Bi awayekî taloqkirî 1 sal û 3 meh cizayê girtîgehê, 6 hezar lîre cizayê pereyan
Di rêza dozan de ku rêveberên weşanê yên nobeder dihatin darizandin cezayê pêşî diyar bû. Parêzerê mafê mirovan Şanar Yûrdatapan, 6 hezar lîre û 1 sal û 3 meh ceza xwar. Ceza hate taloqkirin. -
Yuksekdag bang li jinan kir: Em çarenûsa xwe diyar bikin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yuksekdag peyam da jinan. Yuksekdag got, "Jin wê çarenûsa xwe diyar bikin." -
ETHA: Rewşa tenduristiyê ya midûra me nebaş dibe
ETHA, li ser 6 rojnamevanên ev 20 roj in di binê çavan de ne civîneke çapemeniyê lidar xist û diyar kir, rewşa tenduristiyê ya Midûra ETHA'yê Okatan a di greva birçîbûnê de ye, roj bi roj nebaş dibe. -
Artêşa Iraqê pira duyemîn a Mûsilê û avahiyên walîtî û meclîsê ji DAIŞ’ê stand
Fermandarê Operasyona Nînowa Abdulemîr Reşîd Yarela diyar kir ku pira duyemîn a navenda bajêr a Mûsilê ketiye destê hêzên artêşê de û got, "Hêzên me avahiyên walitiyê û meclîsa bajêr jî kirine jêr kontrola xwe." -
Kurdên li Ewropayê wê ji bo azadiya Ocalan di 14'ê Çileyê de dakevin qadan
Dîwana Serokatiyê ya KCDK-E daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê di 14'ê Çileyê de l gelek welatan çalakî bên lidarxistin. -
Med Nûçe û Newroz TV ji Eutelsat’ê tazmînatê dixwazin
Parêzerên Med Nuçe û Newroz TV ku weşana wan hatibû rawestandin, 12’ê Çile serî li Dadgeha Bazirganiyê ya Parîsê dan. Herdu qenalên televîzyonê, ji bo her roja derengmayî ji Eutelsatê doza 10 hezar euro a tazmînatê kirin. -
Parêzer xwest komkujiya Parîsê ji nû ve bê lêpirsîn
Parêzerê malbatên her sê şoreşgerên li Parîsê hatin kuştin Antoîne Comte got, "Mirina Omer Gunye, ji bilî me bi kêrî her kesî hat." -
Hamzaoglû: Tecrîda li ser Ocalan û girtina HDP’yiyan bandorê li siberoja her kesî dike
Prof. Onûr Hamzagolû ku di Civata Giştî ya 7. a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de weke Hevberdevk hate hilbijartin, bersiva da pirsên ANF’ê. -
'Mertala Firatê': Têkşikîn, îstîfa û pevguhêziya miriyan!
Dewleta Tirk ji bo ku cenazeyê xwe bistîne mirî bi hev guhaztin! -
Li Girtîgeha Tîpa T a Elezîzê kiryarên xerab û îşkence
Binpêkirina mafên mirovan, kiryarên xerab û îşkenceya li girtîgehan di dema dawî de bi rengekî balkêş zêde bûne. -
Kurdên li Munchenê xwe ji bo hilbijartinê amade dikin
Ji bo hilbijartina Meclîsa Koçberan, Kurdan lîsteyeke ji 14 kesan amade kirin û wê bi vê lîsteyê tevlî hilbijartinê bibin. -
'Di nirxandina destûra bingehîn de dibe ku li Meclîsê surprîzek rû bide'
Parlamentera berê ya CHP'ê Melda Onûr got, "Eger dengdaneke veşartî bê kirin ez bawerim wê pêwîstî bi referandûmê nebe. Meclîs wê qanûnê qebûl neke. Ez hê bawerim, dibe ku di Meclîsê de surprîzek çêbibe." -
Sekreterê Giştî yê NY'yê: Li Qibrisê em pir nêzî dewleta federal bûne
Sekreterê Giştî yê NY'yê Antonîo Gûterres, diyar kir ku hevdîtinên li Qibrisê baş derbas bûne û got: "Em pir nêzî dewletekî federal a du civakî bûne." -
Elmanya wê penaberên ji Yewnanîstanê hatine vegerîne
Li Elmanyayê ku her du salên dawî zêdetirî 1.1 mîlyon serlêdanên penaberiyê hatine kirin, hikûmet amadekariyan dike ku penaberên ji Yewnanîstanê hatine vegerîne. -
HRW’ê Rapora Cîhanê ya 2017’an ragihand
HRW’ê, Rapora Cîhanê ya sala 2017’an eşkere kir û got, “Tirkiye di mijara mafên mirovan de bi awayekî metirsîdar xirab dibe.”